Receb Dildar

Receb Dildar

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Genên Riziyayî û Serketin

A+A-

Em ne kêmî xelkê ne. Em baş dizanin lê em nakin. Lewra genên me yên serketinê riziyane.

Hîn berî şoreşa Frensîyan EHMEDÊ XANÎ di berhema xwe ya bi nav û deng MEM Û ZÎN de derd û kulên me raxistibûn ber çavan û behsa çarenûsa me kiribû. Yekîtî. Yekîtî. Yekîtî.

Yên li ser genan lêkolîn dikin, divê li ser genên Kurdan baş bixebitin. Lewra ti netewe, ewqas li dijî berjewendîyên xwe naxebite. Destê me her tim di qirika hev de ye. Em tim bi dawa hinek zalimên xwe digrin û êrîşî birayên xwe dikin. Ev çanda eşîrtîyê ye. Em nikarin xwe ji wê qonaxê xelas bikin û ber bi netewebûnê ve bilind bibin. Û bindestiya bi hezar salan nisiliye nav genên me. Em nizanin bi serê xwe biryarek bigrin û ji bo xwe karekî bikin.

Ez ê behsa dewra Sasanîyan, Emevîyan, Abasîyan û Akkoyûnûyan, Karakoyûnûyan û Selçûkîyan nekim. Ez ê bi tenê ji dewra Osmanîyan du mînak bidim ku herkes gelek baş pê dizane. Ya yekem meseleya Îdrîsê Bedlîsî û mîrekên Kurda ne. Camêr dike nake, nikare ji nav mîrekên Kurdan mîrekî hilbijêre ku otonomîya xwe îlan bikin. Paşê kîjan mîr an mîrekên Kurd xwe digihîne qesra Osmanîyan, ji wan hêz digre û êrîşî cîranê xwe dike. Heke wê rojê mîrekên Kurdan yekîtîyekê ava bikira wê îro Kurd li cîyekî din bûna.

Ya din meseleya Mîr Bedîrxan e. Ew jî wek gelek mîrekên Kurdan diçe xwe digihîne qesra Osmanîyan, bavê Yezdan Şêr dikuje û li Birca Belek rûdine. Paşê çi dibe îcar Yezdan Şêr diçe xwe digihîne qesra Osmanîyan û bi hev re bera Mîr Bedirxan didin. Mînakên wisa gelekên. Me tim hewl daye ku em bi dawa serdestê xwe bigrin û pê li stûyê birayê xwe bikin. Ji bo guhertina van genan, hewcedarîya Kurdan bi serketineke mezin heye. Lê ew serketina hatibû heta ber derî dîsa ji heman sebebên genî û dîrokî têk çû.

Ez bawer im gelek kesên akademîsyen wê li ser têkçûna başûr tez û doktorayan amade bikin û wek têkçûna neteweyekê li zanîngehan bidin xwendin. Lê ji ber ku ji bilî Kurdan hemû netewe bi ser ketine û serxwebûna xwe bi dest xistine wê tu kes jê dersekê nestîne.

Li ser pirsa neteweyeke çawa dikare têk biçe? mirov dikare çend bersivan bide.

 

Heke tu li welatek 15 sal îktîdar bî jî divê tu malîyeyeke neteweyî ava nekî.

Heke tu 15 sal îktîdar bî jî divê tu artêşeke neteweyî ava nekî. Her eşîr bi peyayên xwe, her partî bi artêşa xwe tev bigere.

Divê tu pere û qezenca welatê xwe li malên serokên partîyan fîftî fîftî parve bikî.

Divê tu mifteyekê li derê meclîsê bixî û nehêlî serokê meclîsê nêzî meclîsê bibe.

Û gava rewşenbîrek rabe rexne bike jî divê tu li nava çarşîya paytext wî bidî ber şîmaqan.

Û mirov dikare gelek xalên din li vê nivîsê zêde bike.

Ne niha, roja Ferhad Pîrbal li Hewlêr dan ber şîmaqan Başûr têk çûbû.

Loma wê serokên me dîsa destên xwe dirêjî dawa axayan bikin û bixwazin serdestîyê li hev bikin.

Ji ber rewşê gelek xemgîn im. Min got xwezî min tiştekî wisa nenivîsanda. Lê genên me serketinê qebûl nakin. Em ê li benda nifşekî din, li benda bihareke din bin. Nifşeke ku genên wan neriziyayî.

Önceki ve Sonraki Yazılar