Ednan Bedreddîn

Ednan Bedreddîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Gelo Tirkiye dê siyaseta xwe ya derve biguhere?

A+A-

 

Gotinên Binali Yildirim, serokwezîranê nû ku, Tirkiye pêwîste dostên xwe zêde bike û dijminên xwe kêm bike, weke nîşanekê ji hebûna daxwaza pêkanîna guhertinekê, di siyaseta derve ya vî welatî de, tên nirxandin..

Mirov dikare salên 2008-2009an weke "dema zêrîn" a siyaseta derve ya Tirkiyê binav bike. Pêywendiyên Enqere yên fereh, li gel jimareka mezin ji welat û rêxistinên navdewletî hebûn. Ji Balkanan heta Bakurê Efrîqa û ji welatên ereban heta Asiya Navîn, roleka Tirkiye ya berçav di afirandina siyaseta herêmê de hebû. Hukumeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya wî katî, civînên hevbeş li gel hukumetên Suriye, Misir, Yûnanistan, Rûsiya, Iraq û hinek welatên dî pêktanîn. Di vê demê de peywendiyên dîplomasî li gel Ermenistanê hatin destpêkirin. Her çende ku danûstandinên Enqere bi Yekitiya Europa re ne gelekî baş bûn, bi sedema dijayetiya her yek ji Fransa û Almaniya jibo  endamîtiya Tirkiye di YE de, lê şêweyek ji hemahengiyê di navbera herdu aliyan de habû.

Her di vê "dema zêrîn" de, peywendiyên fermî bi Herêma Kurdistana Iraqê re hatin  avakirin. Yekemîn seredana Ahmet Davutoglu weke wezîrê derve sala 2009 jibo Hewlêrê bû, û ev li gel destpêkirina dialogê bi PKK re, bi arnanca çareserkirina "pirsgirêka kurd", weke guhertineka dîrokî berçav di siyaseta fermî ya Tirkiyê de dihate dîtin, û bi rastî jî wisa bû.

Barack Obama Stenbol kire armanca yekemîn seredana xwe ya derveyî welat weke serokê nû yê Welatên Amerika yên Yekbûyî. Tirikiye weke stêreka geş a cîhana îslamî dihate pejirandin. Wê, modernizim, sekularizim, lîberalîzim û aboriya azad bi xwe ve digirt, û nimûneyeka bê rikeber bû jibo pêşeroja civatên îsalmî.

Lê her tişt di sala 2010 destpêkir bi aliyekî dî ve biçe. Di 31 Gulana heman salê de, neh hevwelatiyên Tirkiyê ku siwarên keştiya "Mavi Marmara" bûn ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin, dema ku wan, li gel gelek çalakvanên navneteweyî, di hilmetekê de bûn, jibo ku dorpêça Îsraîl û Misrê li ser devera Xezzayê bişkînin û di encamê de, peywendiyên bi "dewleta ibrî" re hatin birrîn, ku karvedaneka nerênî ya berçav li ser têkiliyên Tirkiyê bi Amerîka û welatên Europa re kir . Di detpêka 2011 de, "Bihara Erebî" serê xwe hilda. Dema ku di yekemîn hilbijartinên piştî têkbirina rejîma Husnî Mubarek de, berpirsê "Cemaeta Birayên Misilman", Muhemmed Mursî bû serokkomarê Misrê, siyaseta AKP bi serokatiya Erdogan, guhertineka "radîkal" bi xwe ve dît. Siyaseta "zero problems" a "îdeologê Erdoganîzmê" Davutoglu, cihê xwe da siyaseteka dî ya cuda, bêhtir olî-mezhebî, û bêhtir "interventionist".

Ev guhertin bi taybet, di helwêsta Tirkiyê beramber şoreşa gelê Sûriyê diji rejîma malbata Esded de diyar bû. Li gor Erdogan-Davutoglu, rejîma Sûriyê, di nav çend mehan dê têkbiçûye, û di şûna wê de dê "rejîma îxwanan" bihate. Lê cûnta ya ku Abdulfettah Al Sîsî li Misrê, bi pereyên s'ûdiyan û piştevaniya amerîkiyan li darxist û di encamê de, ne tenê Mursî ji serokatiyê hate daxistin û zîndan kirin, lê dawî ji hemû projeyên "îxwankirina Rojhilata Navîn" re anî, di nav de, li Sûriye jî, hemû planên  Erdogan-Davutoglu serûbin kirin.

Îro li Tirkiyê nêzîka 3 mîlîyon penaberên Sûrî hene. Li aliyê dî yê sînorê wê bi Sûriyê re, du "rêxistinên terrorîst" herêmên desthilatên xwe yên taybet avakirine, PYD û DAEŞ. Piştî daxistina balefira rûsî, di çiriya paşîna 2015 de, têkiliyên li gel Moskoyê gelekî xirab bûne. Peyewndiyên li gel Amerîk"jibo alîkariya PYD" ne di baştirîn asta xwe de ne, Li gel Iraq, Îran û rejîma Sûriyê ji xwe têkilî gelekî xirab in, yan jî tune ne. Hemahengiya "Tirkiye ya Erdogan" bi Riyad û Dewha re, bêhtir gomanên welatên rojava xurt dikin ku, Enqere "ne cidî ye" di şerê dijî DAEŞ-ê de, û ev pirs qyrana siyaseta derve ya Tirkiyê kûrtir dike. Pêşeroja rêkevtina ku Davutolu, berî çûyina xwe, li gel YE li ser pirsgirêka penaberên ku berên xwe ji Tirkiyê didin Europa wajo kir, û weke ferzendekê jibo başkirina siyaseta derve ya Tirkiyê dihate hêvî kirin, pêşeroja wê ne diyar e.

Başkirina peywendiyan bi Îsraîlê re, weke tenha derwaze jibo derbaskirina vê qeyrana dijwar xuya dike. Weke ku baş tê zanîn lobiyên îsraîlî li Amerîka, Eouropa û Rûsiyê gelekî bi hêz in, lê di vê babetê de jî, peyv pirin, lê berhem, heta niha, tune ne.

Binali Yildirim dikare gelek tiştan bixwaze, lê yê ku biryiyarê dide kesekî dine, û navê wî: Recep Tayyip Erdogan e.

 Jibo Erdogan, hemû pirsgirêk û qeyranên ku li jor hatin rêzkirin "boş laf" in. Tenha armanca wî, guhertina sîstema siyasî ya Turkiyê ji parlamentarîzmê ber sîstema serokatiyê ve, bi şêweyekî ku wî bike Sultan Fatîhê diwemîn. Pêgihiştina vê armancê pêwîstî bi retorîkeka panîslamîst û netweperest a tund heye, ku ji aliyê xwe ve, bûye mezintirîn kelem li pêş asakirina siyaseta derve ya vî welatî.

 Jibo wê, heta ku ev pirsgirêk bi şêweyekî ji şêweyan neye çareserkirin, guhertineka "radîkal" di siyaseta derve ya Tirkiyê de naye çaverêkirin.    

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin