Gelo proseya  avakirina Hikûmeta nû ya Iraqê di çi astê de ye?

Gelo proseya avakirina Hikûmeta nû ya Iraqê di çi astê de ye?

Weke tê zanîn hilbijartina Iraqê di 12ê Gulan 2018an de pêkhatibû lê hikûmeta nû ya Iraqê hê jî nehate avakirin. Çûnhatina aliyên siyasî hêj berdewan e bes hêj negihiştine encamekê.

A+A-

Doh  Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk, bo gotûbêjkirina li ser avakirina Hikûmeta nû ya Iraqê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Di hevdîtinê de ku Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê yê Iraqê jî amade bû, herdu aliyan di derbarê hewlên dawî yên ji bo damezirandina hikûmeta nû ya Iraqê û rûniştina 15ê vê mehê ya Parlemena Iraqê de danustandina bîr û ramanan kir.

Çavdêrekî siyasî yê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Rûpela Nû re proseya damezirandina Hikûmeta nû ya Iraqê nirxand û got:

"Di damezirandina hikûmeta Iraqê de du cephe hene.1-partiya Yasa u Fetih, ango Malîkî u Hadî Amirî. Hinek ji Erabên sune wekî Cubhuri. Lê belê hîç kesekî partiya kurd ligel wan xwe kifş nekiriye.

Cepheya din jî, ya Abadî, Emer El Hekîm, Beni Sadr, Eyad Alawî u herdu partiyên Kurdan ên gewre; PDK û YNK.

Cepheya yekem bi giranî piştavaniya devletê Îrane heye. Cepheya duyem ku kurd jî li wî aliyî dixuyên; Amerika û Erebîstana Siûdî piştevaniyê dikin.

Partiyên Kurd li gel cepheya duyem xuyan dikin. Lê belê hê jî li ser hin esasan li hev nekirine. Weke pirsgirêka Kerkûkê ku tê erebkirin û erkên birêvebiriyê ji dest kurdan tên wergirtin, pirsgirêka li ser Peşmergeyê u hwd.

Amerika ji hizbên kurd re dibê li gel cepheya duyem pêk werin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin