Gelo Nusra û Artêşa Azad herêmeke otonom datînin?

Gelo Nusra û Artêşa Azad herêmeke otonom datînin?

Ajansa Novosti ya Rûsî,îdia kir ku "Enya Nusra û Artêşa Azad" xwe ji bo êrîşekê li dijî hêzên Hikûmeta Sûryê li parêzgehên başûrê Sûriyê amade dikin û plana firehkirina navçeyên di bin kontrola xwe de datînin,

A+A-

Ajansa Novosti ya Rûsî, ji ser zimanê jêderekî serbazî veguhestiye, ku "Enya Nusra û Artêşa Azad" xwe ji bo êrîşekê li dijî hêzên Hikûmeta Sûryê li parêzgehên başûrê wî welatî, amade dikin û bi boneya binpêkirinên rêjîmê û rawestandina tundiyê û bikaranîna çekên kîmawî, plana firehkirina navçeyên di bin kontrola xwe de datînin, Amerîka jî dijatiya wan çekdaran nake û hîn jî "Alîkariyên mirovî" ji bo navçeyên Enya Nusra û Artêşa Azad re tên şandin".

 

Heman jêderê got: "Di çend hefteyên derbasbûyî de, nakokî li wan navçeyan zêde bûn. Li newala çemê Yermûkê jî, ji bilî Artêşa Azad, Enya Nusra û girûpên çekdar yên ser bi DAIŞê ve, di wan şer û nakokiyan de beşdar in û bi armanca firehkirina rûbera di bin kontrola xwe de, şer dikin".

Li gorî jêdera Novosti, Hikûmeta Rûsî her yek ji Amerîka û Urdin haydar kiriye ku, li wan navçeyan hêzên opozisyonê êrîşî yekîneyên serbazî yên Hikûmeta Sûryê kirine û daxwaz kiriye ku rêkarên pêwîst bên stendin daku terorîst bên jinavbirin û aramî û ewlehî li navçeyê vegere".

Herwiha got: "Çekdarên opozisyonê dixwazin navenda bajarê Der'a û navçeyên derdorê kontrol bikin û armanca wan ew e, ku navçeyeke otonomî serbixwe ji Şamê ava bikin û Amerîka çavdêriya wê piroseyê bike û Der'a jî bikin paytexta wê navçeyê. Herwiha dixwazin wê navçeyê fireh bikin, ku wek firehbûna navçeyên di bin kontrola HSDê de be".

Got jî: "Niha hejmara çekdarên Artêşa Azad 12 hezar kes in. Bi sedan keresteyên cengî û serbazî û bi dehan racîme û mûşek bi wan re hene û alîkarî bi riya deryên sînorî yên Israîl û Urdinê ji wan re tên".

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin