Gelo Berat Albayrak dest ji kar berda?

Gelo Berat Albayrak dest ji kar berda?

.

A+A-

Li ser hesabê fermî yê Instagrama Wezîrê Darayî û Xezîneya Tirkiyê Berat Albayrak hate ragihandin ku dest ji kar berdeya. Lê ev yek bi fermî nehatiye ragihandin.

Êvariya Îro Yekşemê 8ê Cotmeha 2020an li ser hesabê fermî yê Instagrama Wezîrê Darayî û Xezîneya Tirkiye Berat Albayrak ku bi xwe zavayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e, hate ragihandin ku wî dest ji posta xwe ya wezîrtiyê berdaye.

Di daxuyaniya destberdana ji kar de hatiye nivîsîn ku Albayrak ji ber rewşa tenduristiya xwe biryara îstifayê daye û êdî wê demê ji bo malbata xwe veqetîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku: “Ev heyama nêzîkî 5 sal e weke wezîr kar dikim, lê ji ber pirsgirêkên tendirustî min biryar da êdî dest ji berdim. Ji niha pê de ez dê dema xwe zêdetir ligel bav, dayîk,  zarok û hevjîna xwe derbas bikim ku her tim ji min re bûne piştevan.”

Heta amadekirina vê nûçeyê ne ji aliyê Wezareta Xezîne û Darayî yê Tirkiyê û ne jî ji aliyê ajansa fermî ya hikûmeta wî welatî ve ti daxuyaniyek a piştrastkirî nehate belavkirin. Herwiha Albayrak bixwe jî pêşberî çapemeniyê ti daxuyanî nedane û di heman demê de hesabê wî yê twitterê jî hate ragirtin.

Lê hin kesên nêzîkî AK Partiyê jî li ser medya civakî îstifaya Albayrak piştrast dikin.

Parlamenterê AK Partiyê yê Erzeromê Îbrahîm Aydemîr jî li ser hesabê xwe yê twitterê piştrast kir ku Albayrak îstifa kiriye.

Îbrahîm Aydemîr dibêje: “Birêz wezîrê me Berat Albayrak di heyamake dijwar de erka xwe pêk anî. Ji bo pêkanîna aboriyeke millî gavên girîng avêtin. Em şahidên xebatên wî yên fedekar in. Em hêvî dikin bi piştevaniya serokomarê me li ser erka xwe berdewam be.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin