Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Gelo Bakurê Kurdistanê hat jibîrkirin?

A+A-

Gava miletek tİyê azadiyê û birçiyê demokrasiyê û di hesreta dewleta xwe de be, ew tim ji bona vana çirûskek li ku pê bikeve ew ên jî li vir bin.

Ji ber vê yeke ku piştî azadiya Başûrê Kurdistanê (1992) û heta niha em kurdên her çar perçeyan kes û rêxistinên dilê wan li ser welatê wan diêşin, tim ji bona Başûrê Kurdisanê bibe dewlet û ev destkeftî têk neçe ji kê çi hatiye kirine wê hê jî bikin.

Li gor min ev helwesteke rast e ku divê ji teref kurdan bê kirin û bawer im kurdên dilsoz heta niha ev kirine wê hê jî bikin. Lê…

Lê gotinek heye dibêje; ”Dema te bijankê xwe çêkir, çavên xwe dernexwe”. Ev gotin tam jî niha li bejna me kurdên Bakurê Kurdistanê, rêxistin û dezgehên me yên ji xwe re dibêjin, em kurd û Kurdistanî ne, tê. Çawa?

Helbet Kurdistan ne bi daxwaza me hatiye perçekirin, lê wê li gor daxwaza gelê kurd bibe an nebe yek, hê jî ne diyar e. Ya diyar ew e ku divê her perçe, ji bona tekoşîna azadiya perçê xwe têbikoşe.

Ji bona azadî û serxwebûna her perçeyekê divê kurdên wê perçeyê vê bikin. Lê me kurdên Bakurê Kurdistanê, li gor dem û dewrana niha ku em tê de ne me bi temamî Bakurê Kurdistanê ji bîr kiriye.

Bi hemî hêz û qaweta xwe em bi Başûrê Kurdistanê mijûl in. Ji bona ragihandina dewleta kurdî her ligel birayê xwe ne. Divê em ligel wan jî bin. Lê nabe ku dema em ligel wan bin, em xwe ango Bakurê Kurdistanê ji bîr bikin.

Niha rewşa herî xerab ku Bakurê Kurdistanê tê de dijî li ber çavên hemiyan e. Lê çi mixabin ne rewşenbîrên me, ne siyasetmedarên me û ne jî partiyên me vê rewşê nabînin. Yên dibînin jî naxwazin bibînin.

Min xwest vê bi çend mînakan ronî bikim da ku em hinekî li xwe vegerin, li ser rewşa xwe ji nû de rawestin û tiştên pêwîst çi bin wan pêk bînin.

Heger bê bîra we, dema me ciwanên salên 60î û 70tê dest bi karê şoreşgerî, welatparêzî kirin em bê westan di nava karê ji bona azadiya welatê xwe de bûn.

Her rojê li bajarekî, li dibistanekê, li gundekî, di nav gundî û karkeran de bûn. Ji bona hin bûyerên qirêj ku dibûn, em li kuçe û kolanên bajarên xwe de bûn û ew bûyer protesto dikir.

Me hema bêjin meha carekê xwe pêşandin, mehê çend caran semîner didan. Di komeleyên xwe de dersên perwerdehiyê didan.

Li gor zanîn û têgihiştinên xwe em hema her roj bi hevre di nava munaqeşeyan de bûn. Ji bona ku em bikaribin di munaqeşeyên xwe de bi serkevin, me bi dehan, sedan pirtûk dixwendin.

Ji bona şerê eşîretî û şerê di nava xwe de bêne rawestandin, komeleyên me ev kar dabûn ser milên xwe û pêk jî dianîn. Rewş weha hatibû guherîn ku kesên şer di nava wan de derdiketin, êdî nediçûn qerakolên dijmin, dihat komeleyên welatparêzan da ku em wan li hev bînin û dianîn jî. Bi gotineke zelal û delal êdî me rêvebiriya gelê xwe dikir.

Bi şevan em derdiketin kolanên bajaran û afîşên protestokirina dagirkeran li dîwaran didan. Di kahwe û cihên xelkê lê zêde bûn me belavokên xwe belav dikirin.

Em partî û rêxistinên ji hev cûda tim bi hev re di nava munaqeşeyan de bûn ku em bikaribin rêya rastirîn bibînin.

Rûniştin li me tune bûn, ha li wir û ha li vir bûn. Loma jî xelkê me, mirovên me camêr û canikên kurdan dema ev rewşa me didîtin, wan jî dixwestin alîkariya me bikin û dikirin.

Lê îro rewş gelekî xerab e. Di kuçe û kolanan de welatparêz nayên dîtin, mitîng, xwepêşandan êdî çênabe.

Ji dêlva welatparêz û şoreşger bikevin nava xelkê xwe di nava çar dîwaran de xwe hefs kirin. Xwendin nemaye, danûstendin kêm bûye.

Bi hevre munaqeşekirin û xwe bi pêşvebirin nemaye. Kes êdî nema dixwînin, dema di civatekê de xwendin nemîne ev tê wê wateya ku êdî cahiltiyê destpê kiriye û bi civateke cahîl re jî milet nayê azadkirin.

Ez niha bi rehetî dikarim bêjim ku ji ber van sedeman û gelekên din êdî Bakurê Kurdistanê têk çûye.

Ruhiyeta welatparêzî û neteweperestî hema hema nemaye. Êdî em weke demên em tê de dijiyan êdî ji dijminê xwe nefret nakin. Êdî zimanê wan bi me xweş e, kiryarên wan ên qirêj nabînin. Tirkbûnê mezin, kurdbûnê biçûk dibînin.

Ji ber vê ye ku êdî meş, xwepêşandan nemaye, xwendin ketiya sikratê, welatparêzî bûye bi peran, êdî fedekarî nemaye.

Welatparêz, şoreşger êdî ne li gor zanîn û karînên xwe berpirsiyariyê digirin. Îro tenê kesên xwedî pere ku gelek ne hêjayî hin berpirsiyariyan digirin û dibin berpisên kesên ji xwe zanetir.

Ya divê partî, rêxistin, dem û dezgehên welatparêz vê biguherînin ya jî êdî ew xeyala azadiya Bakurê Kurdistanê ji serê gel û baweriya gel hatiye û tê derxistin, wê rast bigere.

Çareserî bi ruhiyeteke welatparêzî, bi coşeke biratî û bi hêzeke neteweyî ku bikaribin herkesan hembêz bikin, dibe. Ew jî niha dûr e. Ji ber ku serok û rêvebirên partî û rêxisitinên me bi nexweşiya mezinbûnê ketine. Ji welat bêtir li xwe û li rewşa xwe difirin.

Hêvîdarim partî û rêxistinên me ji nû de li ser vê rawestin da ku bikaribin bi hev re çareseriyekê ji vê re bibînin. Heger nebînin jî divê bê zanîn ku heta sed salan jî Bakurê Kurdistanê nema tê ser dema xwe ya salên 1970î heta 1980î.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar