Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin

Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin

.

A+A-

Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên ku duh tayînkirina Melîh Bûlû yê weke rektor hat wezîfedarkirin protesto kiribûn, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
 
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên duh ku tayînkirina Melîh Bûlû yê AKP’î wek rektor li zanîngehê hat wezîfedakirin, protesto kiribûn. Bi hêceta ku xwendekaran çalakiya protestoyê li dar xistine di saetên serê sibê de polîsan bi ser malên xwendekaran de girtin. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û alavên xwendekaran serûbin kirin. Piştî lêgerînên li malan gelek xwendekar hatin binçavkirin û nehat zanîn ew bi kîjan îdiayan hatine binçavkirin. Xwendekarên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. 
 
Di çalakiya duh de polîsan mudaxileyî xwendekaran kiribû û gelek xwendekarên ku hatibûn binçavkirin piştî îfade dan Miduriyeta Polîsan hatibûn berdan. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin