Gelek welatan geştên asmanî yên ji Brîtanyayê rawestandin

Gelek welatan geştên asmanî yên ji Brîtanyayê rawestandin

.

A+A-

Piştî ku li Brîtanyayê mutasyonek nû ya vîrusa Coronayê hat tomarkirin, gelek welatên Ewropî û yên din geştên ji Britanyayê qedexe kirin û hejmarek welatên din jî qedexekirina geştên asmanî yên ji Brîtanyayê dinirxînin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da welatên endamên li Ewropayê ku tedbîran zêde bikin.

Li ser vê yekê heta niha Fransa, Belcîka, Almanya, Îrlanda, Nemsa (Awusturya), Îtalya, Bulgaristan, Tirkiye, Komara Çekya, Romanya, Swêd, Estonya, Lîtvanya, Letonya, Kanada, Kuweyt, Erabistana Siûdî, El Salvador û Hollanda geştên ku ji Brîtanyayê tên, qedexe kirine.

Tirkiyê jî ragihandiye, tevî geştên esmanî yên ji Brîtanyayê, wan geştên esmanî yên ji sê welatên Danmark, Hollanda û Afrîkaya Başûr jî dane rawestandin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca ev biryar aşkere kir û diyar kir, di çarçoveya tedbîrên taybet bi rêgirtin ji belavbûna Covid-19 û bi awayekê demkî, geştên ji wan welatan bo Tirkiyê tên rawestandin.

Rêvebiriya Giştî ya Geştevaniya Sivîl a Tirkiyê jî heman tişt piştrast kiriye û daye xuyakirin, ku heta biryareke din geştên ji her çar welatên Brîtanya, Danmark, Hollanda û Afrîkaya Başûr hatine rawestandin.

Mutasyona nû ya vîrusa Coronayê cara yekem 13ê Kanûnê li Londonê û bakurê rojhilata Brîtanyayê hatibû tomarkirin û li gor agahiyan, ew corê nû yê Coronayê bi lez belav dibe.

Ji ber vê yekê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johson doh ragihandibû ku wan tedbîrên qonaxa çaremîn xistine warê cîbicîkirinê û plana sistkirina bendên dema betlana Krîsmasê betal kirine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ragihandiye ku heman mutasyon li Hollanda, Denmark û Awusturalyayê jî hatiye dîtin.

Piştî ku Brîtanya mutasyona nû diyar kir, Hollanda wek yekem welat geştên asmanî yên li gel Brîtanyayê qedexe kir. Hollandayê ragihand ku hemû geştên asmanî yên li gel Brîtanyayê heta 1ê Çile qedexe ne.

Li aliyê din piştî Brîtanyayê, tê gotin li Komara Afrîkaya Başûr mutasyonek cuda ya Coronavîrusê hatiye dîtin

Li gorî çavkaniyên li herêmê, zanyarên Afrîkaya Başûr diyar dikin ku pêketina mutasyona nû ya Coronavirusê zêdetir e û mîna ya Britanyayê bi lez belav dibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin