Gelek ciwanên Kurd bi zimanê xwe fêrî şanoyê dibin

Gelek ciwanên Kurd bi zimanê xwe fêrî şanoyê dibin

Gelek ciwanên Kurd di vê hunergehê de bi Kurdî fêrî şanoyê dibin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Kurdên li metropolên Tirkîyê bi zimanê Kurdî ji gelek çalakîyên kultirî bê par in ku yek ji wan jî şano ye. Bi mebesta xwedî li derketina kultira Kurdî û zêdebûna hejmara şanogerên Kurd, li Stenbolê ji hêla du dezgehên sivîl ve Hunergeha Şanoya Kurdî hat vekirin. Gelek ciwanên Kurd di vê hunergehê de bi Kurdî fêrî şanoyê dibin.

Her çiqas cih li wan teng be jî lê karê dikin li ber dilê wan karekî mezin e. Gelek ciwanên Kurd ku li metropolên Tirkîyê bi karê şanoyê eleqadar in, ji ber nebûna perwerdehîya şanoya bi Kurdî yan berê xwe didan şanoya Tirkî yan jî ji şanoyê dûr diketin.

Bi mebesta xwedîliderketina şanoya Kurdî li Stenbolê du sazîyên kultirî Chalak Events û Şermola Performans atolyeya şanoya Kurdî vekirin û bi pêşengîya Berfîn Zenderlîoglu ya Şanoger dersê şanoya Kurdî tê dayîn.

Şanoger Berfîn Zenderlîoglu ji K24ê re got: “Armanca me ew e ku heta meha Hezîranê em perwerdehîya xwe bidomînin. Ji bo lîstina şanoyê çi hewce bike em wê dikin. Pêşî em ê bi fêrkirina rê û rêbazên şanoyê yên li ser deng, laş, hilmê bixebitin. Ji bo dramaturjîya karakteran, ji bo dramaturjîya textê em ê xebatan bikin.

Mamosteyê Zimanê Îngilizî Garîp Akil: “Li cihê ku şano hebe ez dixwazim li wêderê bim. Ku ew şano bi zimanê min be ez ê li wêderê amade bibim. Li vir jî bi zimanê min bi Kurdî ders tê dayîn ji bo vê ez jî beşdarî vê dersê bûm. Şano, kultira Kurdî vedibêje, ji bo hînkirina kultirê ji bo bîranînan şano pir hêja ye.”

Amadekarên atolyeyê, hewl dane ku ji bo perwerdehîyê li cîhekî mezintir û bi du polan dest bi xebatan bikirana lê ji ber bêderfetîyê niha tenê bi polekê ku 23 kes tê da hene dest bi derse kirine.

Endamê Chalak Events Tofan Sunbul: Hêvîya me ew e ku ev atolyeya şanoya Kurdî, di pêşerojê de bibe bingeheke dibistana Kurdî. Em hewl didin ku ew kesên beşdarî vê çalakîyê bûne lîstîkekê binivîsin, biçin tûrneyekê da ku hem li Stenbolê û hem jî li bajarên bakurê Kurdistanê vê lîstîkê pêşkeş bikin.

Piştî bidawîbûna perwerdehîyê bi beşdaran şanoyeke Kurdî wê were amadekirin û ev şano li bajarên cuda wê werin lîstin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin