Gelê Başûrê Kurdistanê bo Efrînê daketin qadan

Gelê Başûrê Kurdistanê bo Efrînê daketin qadan

Li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Koyeyê yên Başûrê Kurdistanê xelk ji bo piştevaniya Efrînê ku bû 36 roj in Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê êrîşî wê herêma Rojavayê Kurdistanê dikin, daketin qadan û piştgiriya xwe anîn ziman.

A+A-

Xwepêşandanên berfireh bi destpêşxeriya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û bi dirûşma "Başûr piştevanê berxwedana Efrînê ye" li çar navendên parêzgeh û bajarên mezin ên Başûrê Kurdistanê têne sazkirin.

 

Tora Medyayê ya Rûdawê xwepêşandanan dişopîne û her yek ji peyamnêrên me Hadî Selîmî li Hewlêrê, Erkan Elî li Silêmaniyê, Ferhad Dolemerî li Raniyeyê, Rence Cemal li Koyeyê û Helo Mihemed li Kelarê li nav girseyan amade ne û nêrînên xelkê yên ji bo piştgiriya Efrînê kêlî bi kêlî radigihînin.

 

Xwepêşandanên berfireh bi beşdariya aliyên Başûrê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl û mamosteyan têne sazkirin. Xwepêşander dixwazin peyama Başûrê Kurdistanê bi hemû rengan bigihînin Efrînê û piştgiriya xwe cardin nîşan bidin.

 

Di xwepêşandana Helebceyê de, hat ragihandin ku divê Kurdên li hemû cîhanê piştgiriya Efrînê bikin ku sed sal in Kurd bûne qurbanî, pirsgirêk ne Efrîn e, lê mesele hemû Kurdbûn e. Xwepêşanderan diyar kirin ku berxwedana Efrînê dê bibe dawiya Sykes-Picot e.

 

Rêkxerên xwepêşandanan daxwaz dikin ku di demeke herî nêz de êrîşên ser Efrînê werin sekinandin û ji civaka navdewletî daxwaza piştgiriya Efrînê dikin

 

Li Koyeyê xwepêşandana piştgiriya Efrînê bi amadebûna bi dehan welatiyan dest pê kir û ji aliyê rêkxerên xwepêşandanê ve çend gotar hatin xwendin.

 

Li Hewlêrê bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê, bijî berxwedana Rojava"  xelk piştgiriya xwe bo Efrînê nîşan dan.

 

Li Silêmaniyê xelk bi muzîk û lixwekirina cil û bergên Kurdî yên stayla Rojavayê Kurdistanê beşdarî xwepêşandanê bû.

 

Li Helebçeyê çend cure çalakî hatin pêşkêşkirin, çalakî jî bi sirûda neteweya Kurd Ey Reqîb dest pê kir.

 

Li Raniyeyê jî bi beşdariya gelek welatiyan ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan hat kirin û welatiyan bi dirûşmên "Dilê serhildanê li bajarê Efrînê ye" beşdar bûn û piştgiriya xwe anîn ziman.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin