Gef li stranbêjê Kurd xwarin

Gef li stranbêjê Kurd xwarin

Stranbêjê Kurd Cesim Başboga ragihand ku ji bo stranên Kurdî nebêje cendermeyan gef li wî xwarine.

A+A-

Li gor nûçeya Duvarê, Stranbêj Cesim Başboga ku li navçeya Tetwana Bedlîsa Bakurê Kurdistanê bi navê Hunermend Cesim te naskirin û di dawetan de stranên Kurdî dibêje, ragihand ku Fermandariya Cendermeyên Bajêr, gef li wî xwariye ku stranên Kurdî nebêje.

Cesim Başboga diyar kir ku li Fermandariya Cendermeyên Bajêr, çend hişyarî dane wî û got: “Ez birim odeyekê ku li ser nivîsandibû MÎT. Ji min re gotin ku ‘eger tu careke din stranên Kurdî bibêjî serê te dê bikeve belayê.’ Herwiha kesekî ku xwe wek şefê MÎTê da nasandin jî, piştî ku ew kesên din derketin xwest ligel min biaxive.”

Başboga da zanîn ku derbarî wî de pêştir ti lêpirsîn nehatine destpêkirin û wiha pê de çû: “Ji min re gotin ku ‘em derbarê te de tiştên nebaş dibihîsin. Tu beşdarî tevahiya çalakiyên HDPê dibî û bi stranên Kurdî propagandeya rêxistinê dikî. Herwiha tu diçî tevahiya dawetên li gundan jî û li wê derê stranên radîkal dibêjî. Me hemû stranên te, bo Tirkî wergerandin û derket holê ku tu propaganadeya rêxistinê dikî. Ji niha pê de qedexe ye tu stranên Kurdî bibêjî. Ev cara dawiyê ye hişyarî didim te.’ Bi vî awayî gef li min xwarin.”

Cesim Başboga bo alîkariyê serlêdana Komeleya Mafên Mirovan a Bedlîsê kir û biryar e sibe Duşeêmê 28ê Îlonê giliyên xwe tomar bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin