”Ga dimire çerm dimîne, însan dimire nav dimîne.”

”Ga dimire çerm dimîne, însan dimire nav dimîne.”

”Ga dimire çerm dimîne, însan dimire nav dimîne.”Ev gotina pêşiyên kurdan di warê çand û tarîxa takekes û civakan de nuxteyeke balkêş dest nîşan dike ku mirov kare wê nuxteya balkêş weke keftelefta însan ya li jiyanê bi nav bike.

A+A-

Leo Tolstoy

”Ga dimire çerm dimîne, însan dimire nav dimîne.”

Ev gotina pêşiyên kurdan di warê çand û tarîxa takekes û civakan de nuxteyeke balkêş dest nîşan dike ku mirov kare wê nuxteya balkêş weke keftelefta însan ya li jiyanê bi nav bike.

Xurust û cehda mirovan tevî jîngeh û perwerdeyê formekê didin karekter û xebata mirovan ku bi saya wê form û qabîlîyetê, însan alaya xwe ya têkoşîna li jiyanê, digel hemî tiştên din, di warê çandî de jî dadiçikînin û li paş xwe rêçekê dihêlin û weke hemî rihberên din rojekê xatir ji yên mayî dixwazin û didin ser rêya çûnê ya nevegerê.

Bêguman nabe qismetê herkesî ku li paş xwe alayeke çikandî bihêle, berhemine biafirîne ku heta bi hetayî ew berhem afirandoxê xwe, di bîr û çanda civakê de, însaniyetê de, zindî bihêle. Heke mirov berê xwe bide çand û edebiyata dunyayê û li mirovên weha bigere, bêşik dê mirov pêrgî gelek kesan bê. Yek ji wan afirandoxên edebî bênîqaş, nivîskarê rûs, Leo Tolstoy e. (1828-1910)

Herçî edebiyat e, romannivîs û fiksiyon e, Tolstoy bi tena serê xwe mîna ”orkestrayeke” musîkê, yeke bi rêkûpêk e. Hevtayê vê orkestrayê kêm in. Kêm in ji ber ku di asta nivîskarî û hunera wî de kes nîne an jî hejmara wan ji tiliyên destekê nabihurin.

Tolstoy bi pênûsa xwe, bi zanîn û hunera xwe, bi qabîlîyet û nasîna xwe ya ferdan û civakê, li berhemên xwe bi awayekî jîrekane dîmenên civakî resim dike û di şexsê karekterên xwe de kûrahiya ruhîyeta însanan li ber çavên me radixe. Bi xwendina berhemên wî re mirov carinan mat dimîne ku nivîskarekî çawa kare karekterên xwe ev qasî baş nas bike.

a65dae27-eeb8-483a-9857-4bd58e048923.jpg

We nimûne divê, fermo: Bi xwendina romaneke weke Anna Karenînayê re, Tolstoy ne bi tenê jineke evîndar û derd û kulên evîndariyê bi hosteyî dinivîse. Ew karektera xwe ya sereke Anna Karenînayê welê bi me dide nasîn ku pirî caran mirov bixwaze jî nikare însanekî herî nêzî xwe jî ev qasî bi hûrgulî nas bike. Ji kerema xwe re bêhnekê rawestin, bidin aqilê xwe, rind lêbifikirin, gelo em mirovên derûdora xwe, nasên xwe, bira û xwîşkên xwe çi qasî dinasin? Aya em dikarin der heqê ev nasên xwe de bi qasî karektereke weke Anna Karenînayê xwedî agahdarî bin?

Kovara Time ya amerîkî, ji bo romana herî baş ya ji bo hemî deman, lêpirsînek kir û di encamê de romana Tolstoy ya bi navê Anna Karenîna bû yekem û romana wî ya bi navê Şer û Aştî jî bû ya sêyemîn.

Helbet ev encam ne bêsebeb bû. Bi xwendin û lêfikirîna romanên Tolstoy re dîmenên civakê bi hemî reng û dengên xwe ve, bi dewlemendî, tovrindî, belengazî, rezîlî, payebilindî, bi jiyan û mirinê, bajar û gund, avahî û çol, evîn û bêexlaqî, werhasil hemî xusûsiyetên têkiliyên însanî yên civakî li pêş çavên mirovî vedijin.

Tosltoy xwendevanên xwe li eywanên tovrindan, li koşkên xatûnan digerîne. Ew me vedixwîne ser sifreya evîna keçên xama, ji xeyalên wan bêhna nêrgizên biharê difûrîne.

Li eniya şer, mêrxasî û bêexlaqiya însanan nîşanî me dide, dagirkerî, rezîlî û têkoşîna mirovan, prensîbên mirovayetiyê bi me dide zanîn.

Di romana xwe ya Vejînê de lixwemikurhatin û poşmaniya mirovekî tovrind resim dike, li rex evîna xort û keçekê, dîmenên civakê bi hemî pêwendiyên însanî bêwestan li ber çavên me radixe…

Bawer dikim ev ne mubalexe ye heke mirov bêje Tolstoy dê bi berhemên xwe yên edebî di nav çand û edebiyata însaniyetê de her zindî bimîne,

Serdar Roşan

 

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin