G20ê /Trump: Ez dê serdana Tirkiyê bikim

G20ê /Trump: Ez dê serdana Tirkiyê bikim

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li bajarê Japonyayê Osakayê di çarçoveya G20yê hatin cem hev..

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li bajarê Japonyayê Osakayê di çarçoveya G20yê hatin cem hev..


Trump li ser peywendiyên Amerîka bi Tirkiyê re yê di derbarê bazirganiyê de axivî. Trumpî bo heyeta tirkî got, “Li tu seteke Hollywoodê evqas mirovên xweşik nehatine cem hev.”


Erdogan jî got, “berî her tişrî hevkariyekeme ya stratejîk heye. Ev di gelek qadan de me teşwîq dike. Em wisa bawer in ku ev baweriyê me dê wiha bidome.”


Li ser pirseke derbarê peywendiyên Tirkiyê û Rûsyayê Trumpî got, “Beriya civînê herdu serokan jî li pêşberî kamerayan pesnê peywendiyên xwe yên aboriyê dan. Erdogan bal kişand ser hevkariya stratejîk. Trump jî pirsa S400an bersivand û got di dewra selefê wî Obama de bo Tirkiyê ne adil bûne.”


Donald Trump herwiha got: “Tirkiye dostê me ye, ew hevkarekî me yê girîng e, nêzîkî 120 milyar dolar e aboriya navbera me, nikarî xelkê bi wî awayî biparêzê wek wêya îdareya Obama kir.”


Herweha Trump da zanîn ku ew ji aliyê Tirkiyê ve hatiye vexwendin û got dema wê hêj ne diyar e lê ew dê serdana Tirkiyê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin