FT: Amerika ji bo serbestberdana Brunsonî hefteyek dem daye Tirkiye

FT: Amerika ji bo serbestberdana Brunsonî hefteyek dem daye Tirkiye

Şandeya Tirkiyê ku ji bo çareserkirina krîza digel Amerîkayê serdana Waşîngtonê kiribû vegeriya, lê balkêş e, Hikûmeta Tirkiyê di derbarê encama wê serdanê de ti daxûyanî neda.

A+A-

Lê Amerîka xwe bêdeng nake. Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku, wan ji şandeya Tirkiyê re bi zelalî gotin e: Divê Keşe Andrew Brunson azad bibe.

Ji alîkî din ve, ji nûçeyên belav dibin wisa xûya dibe ku, şandeya Tirkiyê bi dest vala vegeriyaye.

Li gor rojnameya Financial Times, Amerîka ji bo azadkirina Keşe Andrew Brunson hişyariyek tûnd daye Tirkiyê. Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullîvan ji bo azadkirina keşeyî dem diyar kiriye û ji şandeya Tirkiyê re gotiye, divê heta roja çarşemiyê welatiyê wan azad bibe.

Daxûyanî û nûçeyên bi vî rengî jî, bandorek pir xirab li aboriya Tirkiyê dike. Lîreya Tirkiyê beramberî dolara Amerîkî dihele. Îro dolarek Amerêkî bû şeş û nîv lîre. 

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî, li ser bilindbûna dolarê hewl dide xelkê xwe aram bike û dibêje: Ger dolara Amerîkayê hebe, wî jî xwedê û xelk heye.

`“Em îro, ji duh baştir in. Siberoja me dê ji îroya me jî baştir be. Li dijî me çend kampînên cûr be cûr tên bi rê ve birin. Guh nedin van kampînan. Vê jibîr nekin. Ger wan dolar hebe, me jî xelk û xwedê heye. ”

Lê xelkê Tirkiyê wekî Serokê xwe nabêje û xema krîza aboriyê dixwe.

“Li welatên ku aboriya wan xurt nîn e alozbûna fînansê dikare bibe sedema krîza aboriyê. Lê li welatên ku aboriya wan xurt e ev pirsgirêk rû nade.”

“Me hilberîn nîn e. Em tiştên xwe ji derve dikirin. Wisa nabe. Divê em hinarde bikin. Divê em berê xwe bidin çandiniyê. ”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin