Fransayê 47 jin û zarokên çekdarên DAIŞê ji kampeke Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Fransayê 47 jin û zarokên çekdarên DAIŞê ji kampeke Rojavayê Kurdistanê vegerandin

.

A+A-

Wezareta Derve ya Fransa îro Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand, 15 jin û 32 zarokên ku li kampên bakurê rojhilatê Sûriyê ne, hatin vegerandin.

Wezaretê diyar kir, “Zarok ji bo saziyên ku alîkariyê bi zarokan re dikin hatine radestkirin, ta ku çavdêriya bijîşkî û civakî ji wan re were kirin.”

Diyar kir jî, kesên mezin jî ji bo desthilata dadwerî yên şareza hatine radestkirin kirin.

Jin û zarokên ku hatin vegerandin, ji malbatên çekdarên DAIŞê ne û ji kampa Roj ya di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de ye hatine vegerandin.

Kampa Roj li rojavayê bajarokê Dêrikê ye û dora 2500 jin û zarokên DAIŞê lê dimînin ku piraniya wan ji malbatên çekdarên DAIŞê yên biyanî ne.

Desthilatdarên Fransî ji bo bilezkirina vegerandina jin û zarokan ji kampên Rojavayê Kurdistanê, di bin fişarê de ne, bi taybet ku ji çend salan ve ye di pirsa vegerandina welatiyên xwe de dudil e.

Komîteya Netewên Yekgirtî ya li Dijî Îşkenceyê roja 21ê vê mehê rexne li Fransayê girt û ragihand ku Fransa bi redkirina vegerandina jin û zarokên ku di kampên li Sûriyê de ne, peymana li dijî Îşkenceyê binpê dike.

Pêştir di sala 2022'an jî, Komîteya Mafên Zarokan û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Fransa ji ber xemsariya wê di vegerandina jin û zarokan ji kampên girtinê de, şermezar kiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin