Fransa Qedexeya Derketina Derve Berfireh Dike

Fransa Qedexeya Derketina Derve Berfireh Dike

Hikûmeta Fransa jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona qedexeya derketina derve ya bi şev berfirehtir kir.

A+A-


Serokwezîrê Fransa Jean Castex dîyar kir ku ‘’pêla duyê ya vîrusa korona’’ hatiye û bang li gel kir ku li gor tedbîran tevbigerin.

Castex da zanîn ku wan hejmara herêmên bi qedexeya derketina derve ji 8’an rakiriye 38’an.

Wî got ku ewê qedexeya derketina derve ya bi şev herî kêm 6 hefteyan bidome û ji gel xwest ku heta ne mecbûr be di navbera 9’ê şevê û 6’ê sibehê ji malê dernekevin.

Qedexeya derketina derve ya bi şev ya berê li bajarên mezin yên wek Parîs, Lyon, Marsîlya hatibû ragihandin dê li herêmên nû roja Şemîyê destpê bike.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa pirtir ji 1 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 34,237 kes bi wê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin