Fransa: Hikûmeta Sûriyê çekên kîmyayî bi kar anîne

Fransa: Hikûmeta Sûriyê çekên kîmyayî bi kar anîne

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Fransayê hikûmeta Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyayî tohmetbar kir û got ku ev yek belgekirî ye.

Jean Yves Le Driyan, Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand ku bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve begekirî ne û kes nikare vê yekê înkar bike.

Ji aliyê xwe ve Heiko Maas, Wezîrê Derve yê Almanyayê jî diyar kir, divê rejîma Sûriyê li ser bikaranîna çekên kîmyayî bê sizadan.

Maas da xuyakirin, li gor lêkolînekê derketiye ku hikûmeta Sûriyê di sala 2018 de çekên kîmyayî bi kar anîne.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmayayî jî di lêkolînekê de ku raporta wê belav kiriye, amaje bi wê yekê kiriye ku hêzên hikûmeta Sûriyê di sala 2018 de çekên kîmyayî bi kar anîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin