Fransa: Em pabendî parastina aramiya Herêma Kurdistanê ne

Fransa: Em pabendî parastina aramiya Herêma Kurdistanê ne

.

A+A-

Wezareta Derve ya Fransa êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û tekez kir, ku ew pabendî parastina aramiya Herêma Kurdistanê ne.

Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniyekê de dibêje, ku ew bi tûndtirîn şêweyê, êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê û parêzgeha Neynewayê şermezar dikin, ji ber ku berê jî, di 15ê Şubatê de Hewlêr bibû armanc.

Di beşekî din a wê daxuyaniyê de hatiye, ku Frasnsa pabendbûna xwe ji bo serwerî û yekperçeyîya Iraqê û aramiya Herêma Kurdistanê tekez dike û dibêje, ku girîng e Hikûmeta Iraq û berpirsên Herêma Kurdistanê hemahengiya di navbera xwe de zêde bikin, ji bo ku encamderên wê êrîşê bibînin, û ji aramiya hemû Iraqiyan piştrast bibin.

Wezareta Derve ya Fransa behsa wê yekê jî kir, ku Parîs rijdbûna xwe ji bo berdewambûn bi karên li gel hevbeşên lokal û navdewletî, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de tekez dike.

Derdora demjimêr 09:50 şeva 14ê Nîsanê êrişek li dijî Fiorkexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan.

Hevpeymaniya Navdewletî her şev ragihand, ku êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi rêya firokeya bêpîlot (dron) hatiye encamdan.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Wayne Marotto derbarê êrişê de ji Rûdawê re ragihan, “êriş bi dronê hatiye kirin û ji ber êrişê agir li depoyekê ketiye.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da xuyakirin, “piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke TNTkirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan a li nav firokexaneyê hatiye kirin.”

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, jibo diyarkirina çavkanî û cihê hatina dornê lêkolîn berdewam in.

Serokê Herêma Kurdistanê ev êriş weke êrişeke terorîstî bi nav kir û ragihand: “Dubarebûna van êrîşan bo çend caran, pêwîstî bi helwêsteke cidî heye û divê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hemahengî û alîkariya di navbera xwe de zêdetir bikin ji bo rûbirûbûna wan grûpên ku li pişt van êrişan e û sînorekî yekcarî ji wan re bê danîn, da ku careke din aramî û asayişa welat nexin metirsiyê û rewşê aloztir nekin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî têkildarî êrişa şeva bihorî peyamek belav kir û tevî bi tundî şermezarkirina wê “êrişa terorîstî” ragihand: “Her grûpeke çekdar ku di çarçoveya hêzên ewlekariyê yên fermî yên Iraqê de nebe, divê yekser ji sînorê Herêma Kurdistanê vekişin.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Di rojên bê de, ez dê li gel hevbeşên me li Iraq û Civaka Navdewletî li ser rêkarên cîbicîkirina vê gavê gotûbêjan bikin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin