Fransa: Em ê cardin li Esedî bixin

Fransa: Em ê cardin li Esedî bixin

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parley di axaftina xwe de ragihand ku eger rêvebiriya Şamê çekên kîmyewî bikar bîne em ê dîsa êriş bikin.

A+A-

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parley di axaftina xwe de ragihand ku eger rêvebiriya Şamê çekên kîmyewî bikar bîne em ê dîsa êriş bikin. Fransa bi Amerîka û Brîtanyayê re di 14ê Nîsanê de bi îdîaya ku li Dumayê êrişa kîmyewî pêk hatiye Sûriye bombebaran kiribû.

 

Florence Parley di axaftina xwe ya radyoyê RTLê de got: "Hêzên girêdayî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji êrişa Dumayê berpirsyar in, eger hêzên hikûmetê çekên kîmyewî bikar bînin wê êrişên nû li hemberî Sûriyeyê werin lidarxistin."

Parley di berdewamiya axaftina xwe de got: "Armanca êrişa bombebarana Sûriyeyê rêlibergirtina bikaranîna çekên kîmyewî bû. Eger çekên kîmyewî werin bikaranîn em ê êrişa li hemberî Sûriyeyê dîsa binirxînin."

Amerîka, Fransa û Brîtanyayê bi îdîaya ku li navçeya Dumaya Xûtaya Rojhilat êrişa kîmyewî hatiye bikaranîn di 7ê Nîsanê de zêdetirî 100 moşek avêtibûn tesîsên hikûmetê.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê ji 103 moşekên ku Amerîka û hevalbendên xwe avêtin zêdetirî 71ê ji aliyê pergala parastina hewayî ya Sûriyeyê ve hatin îmhakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin