Fransa êdî rê nade mele ji Tirkîyê û welatên din biçin wî welatî

Fransa êdî rê nade mele ji Tirkîyê û welatên din biçin wî welatî

Êdî Ferensa, rê nade ku îmam an jî mele ji Tirkîyê û welatên din biçin wî welatî û waneyên olî li Fransa bidin, dê ji niha û pê de, îmam û melayên Frensî perwerde bike, daku pabendî prensîpên Fransayê bin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Fransa di çarçoveya reformên nû de ku biryareke bi vî awayî daye. Serokê Fransayê Emmanuel Macron di gotarekê de ku derbarê rûbirûbûna cudaxwazîya li ser bingeha Îslamê pêşkêş kir, aşkere kir ku êdî ew rê nadrin imam ji welatên din ve biçin Fransayê.

Macron got: “Em dixwazin xwe ji wan rotînan rizgar bikin, weke min got her sal bêhtir ji 300 îmam ji welatên bîyanî têne Fransayê, ên ku sala 2020ê hatine karwanê dawîyê yê Îmaman dibe ku hatine welat, em ê xwe ji wê yekê rizgar bikin.  Êdî em rê nadin îmamên nû bêne welatê me û yên ku niha jî hatine welatê me , heta dawîhatina xulên wan rê bi wan tê dan bimînin.”

Li gor wan guhertinan, ji destpêka sala nû ya xwandinê ve ew mamosteyên ku ji drveyî welat ji bo fêrkirina zimanên bîyanî çûne Fransayê, êdî dê nikaribin li wî welatî waneyan bibêjin. Tê çaverêkirin ku ev biryara han bandorê li wan îmamam bike ku ser bi Sazîya Karûbarên Olî ya Tirkîyê ve ne û herwiha bandorê li wan mamostayên zimanê Tirkî jî bike ku ser bi Wezareta Perwerdeya Tirkîyê ve ne.

Serokê Fransayê ragihandîye, dijatîkirina îslamê di esas de şaş de, lê belê divê ew şerê cudaxwazîyê bikin.

Emmanuel Macron dibêje: “Mebesta min ji wan gotinan xirabkirina ti olekê nîne, ya ku em dikin ne ew e ku hin kes dibêjin dijatîya îslamê dikin , eger em wesa biken ji bingehê de xeletîye.  bi milyonan welatîyên Fransayê hene, hin kes pê bawerin û hin kes bê bawer in, bi milyonan kes heye ku bawerîya wan bi islamê heye lê yasayên komarê cîbicî dikin û dixwazin bi welatîyên din ên fransayê re bijîn, divê em li dijî cûdaxwazîyê derkevin.”

Mamostayên waneya zimanê dayikê ku ji Tirkîyê û 8 welatên din çûne Fransayê, waneyê ji 80 hezar xwandekaran re dibêjin. Herwiha ji 300 îmam û melayên ku salane çûne Framsayê, 150 ji wan ji Tirkîyê ne û 120 kesên din ji Cezaîr û yên din jî ji welatên din in.

Li Fransayê zêdetir ji 2500 mizgeft hene û hejmara misilmanan li wî welatî di navbera 5 heta 6 milyon kesan de ye.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin