Fransa dixwaze ku Kurd referandûmê bidin aliyekî

Fransa dixwaze ku Kurd referandûmê bidin aliyekî

Daniel Cohn-Bendit 'Dany le Rouge / Danyê sor' dixwaze bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bixebite. Bi vê minasebetê bi kesên nezîk û dostên xwe re șevbuhêrkeke sohbetê pêk anî. Heyeta PAKê jî, hatibû vexwendin û beșdarî civîne bû.

A+A-

"Daniel Cohn-Bendit 'Dany le Rouge / Danyê sor', di 4ê nîsanê ya 1945an de li Montauban / Fransayê ji dê û bavekî Alman ên li dijî naziyan bûye. Merivakî siyasî ye, di 1959an de hevwelatîtiya Almanî hilbijartiye û di 2015an de bûye hevwelatiyê Fransayê. Militanekî azadîxwaz e, ku xwendina xwe ya bilind li universiteya Parîsê, fakulteya Nanterê kiriye. Bi tevgera gulana 68an, ku ew jî yek ji serokên wê bû nav da. Ji ber vê û ji ber ku wê demê ne hevwelatiyê Fransayê jî bû, ji Fransayê hete dûr xistin.

Di salên 1980yî de, li Almanyayê kariyera xwe ya siyasî weke hilbijaritiyê partiya  ekolojîst a Keskan li Francfortê kir. Pașê, di 1994an de bû parlamenterê Keskên almanan yê Eropayê û li ser listeya Keskên fransî careke din hat hilbijartin. Bi vî awayî dîsa vegeriya Fransayê û bû serekê lîsteya Ekolojîstên Ewropa yê herêma Parîsê. Alîgirê Ewropayeke federal e, ji 2002 ta 2014an bû hevserokê grûba Keskan/ALE ya Parlamentoya ewropî û pașê nema bû namzet."


Cohn-bendit, niha dixwaze bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bixebite. Bi vê minasebetê bi 70 kesên nezîk û dostên xwe re șevbuhêrkeke sohbetê pêk anî. Heyeta PAKê jî, ku ji Ihsan Aydın û Feysel Tașkıran pêk dihat hatibû vexwendin û beșdarî civîne bû û helwesta fransa ya di warê referandûma serxwebûnê û êrîșên li ser Kurdistanê de jê pirsîn.

Berpirsê PAKê Ihsan Aydin got, ez ji bakurê Kurdistanê me, naxwazim bêjim ya Tirkiyê ji ber ku Kurdistan ne Tirkiye ye. Welatê min ê duyem jî Fransa ye. We got ku Erdogan dîktator e, ez bi we re me, guman tê tineye. Di televizyonê de, Erdogan got ku Ewrûpa divê sipasiya min bike, ji ber ku min sînor li penaberan girtiye; heke ez sînor vekim 2 milyon penaber dê biçin welatên wan, bi vî awayî Ewropa tehdît dike ku tavîzan jê bigre.  Ez dirêj nekim, pirsek û mesajeke min heye :

Ji 2014an ve ye ku Kurd șerê Daișê dikin û di bereyeke 1500 km re de di ber xwe didin. Daiș, li cîhanê rêxistina herî xeter e. Lê ev serê heftiyekê ye Heșdî Șabî ku rêxitineke terorîst û ne kêmî Daișê ye û Dewleta îranê bi Pasdarên xwe ve piștgiriya wê dike li gel Iraqê, 4 bajarên bașûrê Kurdistanê dagîr kirin. Di vî warî de tu deng û his ne ji Rojavayiyan û ne jî bixweșikî ji çapemeniya wan tê. Ev yek bi rastî jî seyr e, em nikarin bêjin belbî hayê wan ji meselê tuneye. Șevî din li Kerkûkê, li Xaneqînê, li Celewla û li Șingalê ku berê jî ji aliyê Daișê ve hatibû dagîr kirin û talan kirin êrîș dikin.
Hêviya me ji Fransayê heye, divê tiștekî bike. Weke di 1975an de « hevalbend »ên me em bi tenê hiștin, di dema șerê kendavê de jî dîsa em bi tenê man, George Boush got ez xwîna leșkerê xwe ji bo Kurdan narijênim. Wê demê bi saya serokomarê Fransayê François Mitterrand, zext xistin ser Neteweyên yekbûyî û herêmeke paraztinê ji dervê paralela 36an ji bo Kurdan ava kirin. Bi saya vê helwesta mêrxasane ya Mitterrand îro dewleteke federal a Kurdan heye. Lê niha Îran û Iraq bi alîkariya Tirkiyê jî dixwazin vê dewletê hilweșînin. Bi raya we divê helwesta Fransayê çi be?

Daniel Cohn-bendit: Bi qende ku ez dizanim, dîplomasiya Fransayê ew e ku dixwaze bi Kurdan bide fêm kirin, ku referandûm șașiyeke siyasî bû. Ji bo wê jî, ku niha êrîș tên kes nikare bêje çima. Kurdan dikaribû bêyî ku tiștekî wiha bikin herêmên di bi kontrola xwe de biparasta. Bi polîtîzekirina referandûmê, Kurdan bersiva Iraqê anîn pêș. Heke weke berê Kurdan bi xelkê re Kerkûk bi parasta, heke wê gavê êrîșek bihata ser wan dê Fransa û welatên din ên Rojavayî ew biparasta. Ez tê dighêm gava ku Kurd dibêjin; “em dewleta xwe dixwazin, êdî bes e!”

Kurd di mesela dewletê de weke Israîlê difikirin, ji ber ku ji dewletên dagîrker bêzar bûne. Dibêjin bi deh salan, bi sedsalan her em bûne qurban, êdî bes e! Divê em dewleta xwe bi xwe ava bikin. Helbet șertên Tikiyê, Îranê, Suriyê ne baș in, rewșa wan hesas e. Kurdan jî xwest ji vê istifade bikin, karta xwe bilîzin, hêviya wan hebû ku dê bi ser kevin.

Lê ev yek îro li wan vegeriya, kete eleyhê wan. Wê gavê divê em niha çi bikin? Ez bi xwe nizanim, ji ber ku li aliyekî divê giliyê Îranê bê kirin, li aliyê din heke em șikayeta Îranê bișașî bikin, em ê xwe li tenîșta Trump bibînin ku giliyê Korê ji bo nukleerê dike. Heke em weke wî bikin emê ewleyiyê bêtir bixin xeterê. Îro herêm bûye kûpê bahrûdê.

Lê ez zanim ku gotûbêj li gel Kurdan dibin, helwesta Fransayê ew e ku îro Kurd referandûmê bidin aliyekî.
- Lê referandûm bû çû?
- Erê bû çû, lê ji bo wê jî îro Kerkûk bi șûn de hate girtin, wê gavê hinek dê ji bo wê jî bêjin bû çû?!

Bûyerên nêvcî çi ji alî Kurdan ve çi ji alî Bexdayê ve dibin sebebê têk çûnê. Tiștê ku niha divê bê kirin ew e, ku herêma heyî bê parastin. Divê îro erda di bin destê Kurdan de, li hemberî êrîșên Tirkiye, Îran û Iraqê bê parastin.  Pirsa Kurdî, li herêmê ne tenê bi welatekê ve girêdayî ye.

Yaqûb Karademir / Paris

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin