Fransa: Divê Yekîtîya Ewropayê êrîşa Tirkîyê rawestîne

Fransa: Divê Yekîtîya Ewropayê êrîşa Tirkîyê rawestîne

Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian di derbarê êrîşa Tirkîyê de bo ser rojavayê Kurdistanê, ragihand ku ew êrîş wê bibe sedema kareseteke mirovî.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Îro Duşemê 14ê Cotmeha 2019, wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê li ser daxwaza Fransa derbarê rewşa Sûrîyê û êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê dicivin.

Berî destpêkirina civînê, Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian di konferanseke rojnamevanî de bersiva pirsa nûçegihana Rûdawê, Ala Şalî ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de da.

Jean-Yves Le Drian got, Fransa pêşbîniya gelek tiştan ji civîna îro ya Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewropayê dike, ji wan jî şermezarkirina wê êrîşê û daxwaza rawestandina şer.

Le Drian da xuyakirin, dive Yekîtîya Ewropayê hinardekirina çekan bo Tirkîyê qedexe bike û rê li êrîşa Tirkîyê bo ser Sûrîyê jî bigre.

Wezîrê Derve yê Fransayê got: “Êrîş dê bibe sedema karesateke mirovî, niha 130 hezar kes koçber bûne û di rewşeke xirab de ne. Li pêş vê yekê, Frasa ji vê civînê gelek tiştan çaverê dike, berî her tiştî îdanekirina êrîşa Tirkîyê, û daxwazeke bilez ji bo rawestandina vê êrîşê, bi taybet jî, helwesteke tund li hember şandina çekan bo Tirkîyê, lê ya herî girîng, em dixwazin ku ev civîn bibe xala destpêkê ku Amerîka daxwaza civînekê ji bo Hvpeymanîya Navdewletî li dijî DAIŞê bike ji ber ku me ji sala 2014an ve dest bi şerekî kiribû li dijî DAIŞê li jêr fermandarîya Amerîka lê bi beşdarbûna nêzî 30 welatî ku di nav wan de gelek welatên Ewropayê hene û ev yek jî berdewam e ji ber ku ji bo Fransa dijminê sereke dimîne DAIŞ.”

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin