Fransa bû xwediyê Kûpaya Cîhanê ya 2018an

Fransa bû xwediyê Kûpaya Cîhanê ya 2018an

Di yariya fînalê ya Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de tîma welatê Fransayê li hember Xirwatyayê bi 4-2 serkeft û bû xwediyê kûpaya herî mezin a cîhanê.

A+A-

Herdu tîmên fînalîst, Fransa û Xirwatya li Yarîgeha Lûjnîkî hatine hemberî hev. Di xuleka 18ê de Mario Mandzukîç bi şaşî golek li ser xwe tomar kir û Fransa 1-0 ket pêş.

 

Di xuleka 28ê de vê carê Îvan Perîsîc bi navê xirwatan golek avêt û encam bû 1-1 lê berî beşa yekemîn bidawî bibe, di xuleka 38ê de Griezmannê bi penaltiyê gol tomar kir encam kir 2-1.

 

Di beşa duyemîn de golên Fransayê li ser hev hatin. Di xuleka 59ê de Poul Pogba û di xuleka 65ê de Mbappe gol tomar kirin û encam bû 4-1.

 

Mario Mandzukiç di xuleka 69ê de xeletiya golparêzê fransî baş bikar anî û gol avêt û encam bû 4-2 û yarî bi vî encamê bdiawî bû.

 

Bi vî awayî Fransa piştî sala 1998ê, cara duyemîn bû xwediyê vê kûpayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin