Foza Yûsif: Danûstandin ji ber ENKSê rawestiyane

Foza Yûsif: Danûstandin ji ber ENKSê rawestiyane

.

A+A-

Endama Konseya Hevserokatiya PYDê dibêje, “Ji ber daxwazên ENKSê danûstandin rawestiyane.”

Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif derbarê rewşa danûstandinên Kurdî-Kurdî de ji Rûdawê re axivî.

Foza Yûsif aşkere dike, “ji ber daxwazên ne babetî” yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku daxwaza 50 bi 50 dike, danûstandin rawestiyane.

Foza Yûsif dibêje, Rojavayê Kurdistanê ne şerîketeke di navbera partiyan de bê parvekirin û ji derveyê herdu aliyên PYDê û ENKSê partiyên din jî hene û nabe werin piştguxistin.

Herweha Yûsif diyar dike, divê ENKSê li daxwazên xwe vegere, ji ber ku encûmenên hilbijartî li Rojavayê Kurdistanê hene û kesên serbixwe di nav de kar dikin, herweha pêkhateyên din jî li navçeyê dijîn.

Berî niha şandeke opozisyona Sûriyê ku endamê Desteya Siyasî Ebdullah Gedo ku li ser lîsta ENKSê ye jî di nav de bû, serdana Efrînê kiribû û bi Hatim Ebû Şeqra (Ehmed Hesan Feyaz el-Hayis) ku wek bikujê Hevrîn Xelef tê zanîn civiyabû.

Foza Yûsif derbarê serdana nûnerê ENKSê yê nav Îtîlafê bo Efrînê jî got, ew di qonaxeke hestiyar de dijîn û “civîna nûnerê ENKSê bi bikujê Hevrîn Xelef re rewatiyê dide kiryarên çekdaran li Efrînê.”

Ew Endama Konseya Hevserokatiya PYDê dibêje, lewma ev jî bandoreke nerênî li ser danûstandinan çê dike û got, eger li ser van prensîpan ENKSê li xwe vegere danûstandin dê destpê bikin.

Roja 17-05-2020 bi serpereştiya şandiyê Amerîka William Robak û amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî herdu aliyan li ser nerîneke siyasî ya hevbeş ku ji 5 xalan pêk dihat lihev kiribû.

Herdu aliyan tê de tekez kiribûn ku Sûriyê dewleteke serwer û sîstema wê federalî be û mafê hemû pêkhateyan tê de parastî be, doza Kurdî were çareserkirin û cografya neteweya Kurd ji aliyê siyasî û cografî yekgirtî ye.

Herweha di wan 5 xalan de hatibû eşkerekirin, îtîrafa destûrî bi mafê neteweyî yê rewa yê Kurdan li gor peymanên navdewletî bê kirin û Lêvegereke Kurdî were avakirin ku hemû aliyên siyasî û nûnerên civakê tê de beşdar bin.

Niha danûstandin bi serpereştiya Nûnera Wezareta Derve ya Amerîka û bi amadebûna Fermandarê HSDê General Mezlûm Kobanî û piştgîriya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berdewam in.

Herdu aliyan li ser avakirina Lêvegera Kurdî a Billind ku pêştir jê re dihat gotin Lêvegera Siyasî lihev kiribûn û li gor rêkeftinê; ji sedî 40 ENKSê, ji sedî 40 PYNK û ji sedî 20 jî ji partiyên derveyî herdu aliyan derbasî Lêvegerî bibin, ku ji wê rêjeyê aliyên derve ji sedî 10 ji aliyê ENKSê û ji sedî 10 jî ji aliyê Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ve bêne destnîşankirin.

Li gor lihevkirinê biryara îdareya nû di destê Kurdên Rojavayê Kurdistanê de be, siyaset û stratîjiya Kurdî li Sûriyê destnîşan dike, biryara leşkerî di destê Lêvegerê de be, awayê nûneriya Kurdan li ser asta navdewletî destnîşan dike, vegerandina koçberan ji bo Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, komîteyên cur bi cur weke leşkerî û aborî bêne avakirin. Herwiha li gor lihev kirinê bernameya navxwe ji bo Lêvegera Kurdî a Billind datîne.

Hesen Remzî, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) ji Rûdawê re ragihandibû, “em dê hemû hewla xwe bidin ku rêkeftina Kurdî biçe serî.”

Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Neşet Zaza derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî de ji Rûdawê re ragihandibû, nakokî li ser sê beşên danûstandinan hene ew jî; mijara girtiyan, sîstema perwerdeyê û babeta Pêşmergeyên Roj.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin