'Folklora Me' ya 4'an derket

'Folklora Me' ya 4'an derket

Kovara sê mehî ya Folklora Me bi hejmara xwe ya 4'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kovara ku bi diruşma "Zargotin pişt e, folklor her tişt e!" dertê wekî hejmara mehên berfanbar-rêbendan-reşemî (Ew "kanûna pêşîn-kanûna paşîn-sibat" dibêjin) derketîye. Kovarê di bergên xwe yên pêşî-paşî û hundirên wan bergan de wêneyên xweşik bikar anîne. Di berga pêşî de keçikek li ser bergê di hêkelanê de xwe hêl dike, berga paşî jî wêneyek ji Qesra Gozelşêx a li gundê Gozelşêxa Çinara Amedê hatîye weşandin. Di alîyê hundir van bergan de jî di yekê de wêneyê çîrokbêj Hecî Eyşanê, di berga din de jî ji bo 80 salîya Cemîla Celîl wêneyê wê ku li pîyanoyê dide weşandine.

Cemîla Celîl ku emrekî ji bo muzîka kurdî xerc kirîye bi wê wêneyê kovarê 80 salîya wê pîroz kirîye.

Di kovarê de gelek nivîsên cur bi cur hatine weşandin. Ji wan Mehmet Yildirimçakar li ser "Lorîyên Qelpelîyê", Mahir Ugur "Navnûçikên jin û mêran li Meletîyê" nivîsîye. 

Elîf Gun "Efsaneya Çala Hakloyê", Dildar Bodî "Hespên koçerên Botanê", Ahmet Seyarî jî "Rola jinê di destanên kurdî yên epîk de" girtîye dest.

Helbest Çetîn, Ugur Sermîyan, Lokman Kalan, Firat Keklîk, Hikmet Yildiz, Oktay Altûn, Simko Sonmez, Yaşar Eroglû, Veysî Arcagok, Mem Mukrîyanî, Vîldan Sevîm, Elîf Gunduz, Cemîl Çelîk, Surya Human, Roza Sîerra, Hejar Dilbirîn, Yakûp Çelîk, Mihemed Selîm Selîmxan, Bêrîvan Matyar, Xecê Bîşeng û Cemîl Şêlazî bi nivîsên xwe ked û pişt dane kovanê.

Ji bo xwestin û têkilîyê:

[email protected]

dîyarname

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin