FKKS: "Kerkûk dilê Kurdistan e; biryara pîroz, pîroz be"

FKKS: "Kerkûk dilê Kurdistan e; biryara pîroz, pîroz be"

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) biryara pîroz a dîrokî ya Encûmena Wileyeta Kerkukê pîroz dike.

A+A-

Daxuyanîya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê li ser biryara bilindkirina ala Kurdistanê li wileyate Kerkûkê.

"Li ser daxwaza Walîyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm di 28ê Adara 2017ê de Encumena Wilayeta Kerkûkê biryar da ku Ala Kurdistanê li gel alaya Iraqê li ser hemû sazî û dezgehên fermî yên wilayetê bihê bilindkirin û ev biryar di heman rojê de bi cî bû.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî di derbarê bilindkirina ala Kurdistanê de gotîye : “ Ev roj rojeka dîrokî ye û daxwaza 100 salî ya Kurdan hatîye cî."

Kerkûk  di dîroka Kurdistanê de cîyekî wî ye taybet heye; dewleta Tirk di sala 1959ê de bûyereka li Kerkûkê qewimî  kir bahane û 49 Kurd li Tirkiyeyê tewqîf kir ku ev wek "Doza 49an" ket nav rûpela dîroka Kurdistanê û otonomîya 11ê Adarê ya 1970 yek sebeba wê ku neçû serî pirsa Kerkûkê bû.

Baxda û Enqere  di tavilê de bi resmî  îtîraza xwe li hember biryara bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê nîşan dan.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) biryara pîroz a dîrokî ya Encûmena Wileyeta Kerkukê pîroz dike."

fkks.se

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin