FKKD kongreya xwe li dar xist

FKKD kongreya xwe li dar xist

FKKD ev car wek mêvan nşnerên partîyên Kurdistanê li Danîmarkayê jî vexwendibû kongreya xwe

A+A-

Federasyona Komeleyên Kurd li Danimarka (FKKD) kongreya xwe di 25.09.2016ê de li dar xist.
Kongre bi deqîqeyek rawestandin ji bo pakîya canê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

FKKD ev car wek mêvan nşnerên partîyên Kurdistanê li Danîmarkayê jî vexwendibû kongreya xwe.

Serokê FKKDê Adnan Axacan bi axaftinekê ku bi kurtî behsa rewşa sîyasî ya Kurdistanê re bixêr hatina mêvan û endaman kir.

Piştî bixêrhatinê dîwan hat helbijartin (Xalid Revan Dost, Hatem îhangîrî, Serhad Amedî).

Piştî helbijartina dîwanê, serokê FKKD Adnan Axacan herdû raporên kar û ya darayîyê xwend û herdû rapor jî bi giştî dengên endaman hatin pesendkirin. Û dû re rêveberîya nû hate helbijartinê.

Di xala rojevê ya "hêvî û daxwaz"ê de her yek partîyên Kurdistanî ji ber ku ji bo kongreyê hatine vexwendinê sipasî, hêvî û daxwazên xwe pêşkêş kirin.

Desteya Kargêr

Adnan Axacan
Yilmaz Yildiz
Rehîm Xalînejad
Selma Akar
Reşîd

Cîgir
Zinar
Ferhad

Rûpela nû/Danîmarka

dan-fkk1d.jpgdan-fkkd.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin