Firokeyên Tirkiyê Biradost bordûman kirin

Firokeyên Tirkiyê Biradost bordûman kirin

Firokeyên şer ên Tirkiyê îro înê bilindahiyên devera Biradost li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

A+A-

Li gorî agahiyan, îro înê, artêşa Tirkiyê bi rêya du firokeyên cengî bilindahiyên devera Biradost li sînorê parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

 

Hat ragihandin, di demjimêr 10:00ê îro de firokeyên Tirkiyê çiyayê Xakurk û bilindahiyên gundê Xelîfanê yê ser bi Sîdekanê ve bi giranî bombebaran kirin.

 

Li gor ahagiyan heta niha di encama bombebaranê de ti zirarên canî çê nebûye, lê belê zirarên maddî zêde ne, bi taybet jî zirarên ku gihîştine jîngeha deverê û daristanên deverê zêde ne.

 

Bombebarana îro ya devera Biradost ji aliyê Tirkiyê ve di demekê de ye, ku şeva bihorî jî firokeyên şer ên Tirkiyê kampa penaberên Bakurê Kurdistanê li Mexmûrê û herwiha çend cih li çiyayê Şingalê bombebaran kirin.

 

Di encama bombebarana duh şev de, li Mexmûrê 4 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin