Firokexaneyên Kurdistanê bo heciyan sibê vedibin

Firokexaneyên Kurdistanê bo heciyan sibê vedibin

Berpirsa firokexaneya Hewlêrê Telar Fayîq ragihand, firokexaneyên Kurdistanê bo heciyan hatiye vekirin lê hîn nayê zanîn dê kengê qedexe bi temamî li ser firokexaneyên Kurdistanê rabibe.

A+A-

Berpirsa firokexaneya Hewlêrê Telar Fayîq ji televîzyona K24 re got, firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dê sibê vebin lê tenê bo heciyên ku diçin hecê.

Telar Fayîq her wiha got, lê heta niha nayê zanîn dê kengê qedexe bi temamî li ser firokexaneyên Kurdistanê rabibe.

Berpirsa firokexaneya Hewlêrê anî ziman, piştî ku firokexane ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat girtin êdî ti dahateka wan nîne û got, em niha ji kîsê xwe tevahiya xercên firokexanê dabîn bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin