Firokexaneya Bexdayê hat mûşekbaran kirin

Firokexaneya Bexdayê hat mûşekbaran kirin

Beriya bi demekê komeke nediyar  çend mûşekên katyûşa arasteyî firokexaneya navdewletî ya Bexdayê kirin û ji ber metirsiyê hêzeke zêde ya serbazî li herêmê bi cî bûye.

A+A-

Çavkaniyekê ji balafirxaneya navdewletî ya Bexdayê ji BasNewsê re axivî û aşkere kir êrîşa mûşekî îşev bo ser firokexaneyê pêk hatiye û 3 mûşek li dorûbera firokexaneyê ketine. Herwiha heta niha ziyana canî û maddî ya wê êrîşî nayê zanîn lê çûnûhatina li nava firokexaneyê hatiye ragirtin.

Ligor zanyariyan firokeyên Amerîkayê li dorûpera firokexaneyê difirin û çavdêriya rewşê dikin.

Cihê behsê ye Amerîka komên ser bi Îranê ji ber wan êrîşan töhmetbar dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin