Firokevanê kurd ê F16: Ji wan re mirin ne bes

Firokevanê kurd ê F16: Ji wan re mirin ne bes

Enwer xelkê Hewlêrê ye kesê yekem ê kurd e ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê firokeya F16 bikar aniye.

A+A-

 

Firokevanê kurd Mihemed Enwer di nav Hêzên Asmanî ya Iraqê de erkdar e û heta niha li dijî DAIŞê zêdetirî 100 êrişên asmanî pêk aniye.

Firokevana balafirên F16 Mihemd Enwer 31 salî ye û serkariya Navenda Asmanî ya Beldê dike. Mihemed Enwer li Amerîkayê perwerdeyê bikarnîna firokeyên F16 bûye.

Enwer xelkê Hewlêrê ye kesê yekem ê kurd e ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê firokeya F16 bikar aniye.

Mihemed Enwer dibêje têkbirina navendên DAIŞê hesteke xweş e.

Firokevana balafirên F16 Mihemd Enwer pirsên Rûdawê bersivandin.

Cudahiya F16an ji firokeyên şerî yên din çi ne?

Firokeyên F16 li cîhanê weke ji firokeyên herî pêşketî tê qebûlkirin. Li Rojhilata Navîn di nav envanterên gelek welatan de ev firoke nîne. Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Urdin, Fas û çend dewletên din ji vê firokeyê hene. Cudahiya firokeyên F16 ji yên din sedî sed li hedefa dide. Li gor raporan di encama êrişan de DAIŞê li Iraqê ji sedî 60 hêza xwe ji dest daye.

Di odaya operasyonên li dijî DAIŞê de kurd hî hene. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serpereştiya odeya operasyonan dike. Hûn yekser bi wê odeyê re dikevin peywendiyan?

Odeya operasyonên hevbeş e. Ez bi xwe çend caran tevlî civînan bûm. Me nêrînên xwe gotin û guhdarî rayedaran kir. Li wê derê hedef têne diyarkirin û em jî li wan hedefa dixin.

Hedefên we berê tê diyarkirin yan jî hun di dima kefşê de tê diyarkirin. Hûn çawa li hedefên xwe didin?

Hedefên berî hatine destnîşankirin jî hene û hedefên ku em tespît dikin û ji fermandeyên xwe re dibêjin jî hene. Em paşê êrişa wan dikin. Em çi bibînin em ji rayedaran re dibêjin. Dema ku raya didin me em dest bi bombebaranê dikin.

Di dîrokê de gelek caran kurd hatine bombeerdimankirin, tu jî weke kurdekî dema bombebaranê dikî çi hest bi te re çê dibin?

Weke kurdekî parastina axa Herêma Kurdistanê û Iraqê hesteke xweş e. Hûn jî dizanîn ku DAIŞê di navbera mirovan de cudahiyê nake û wan dikuje. Ez dizanim ku di encama operasyonên asmanî de min gellek DAIŞî kuştine. Lê ew gelek bêmerhamet û hov in. Tenê mirin ji wan re nebes e. Em hest dikim ku min di encama bombebaranan de gelek jin, zarok, xor û pîr ji mirine xilas kirine. Xweşiya wê bi peyvan nayê gotin.

Mirov dema ku dengên firkoyan dibihîse ditirse ku firoke hedefa xwe şaş bike û sivîl bibin hedef. Hûn sivîl çawa ji hedefên xwe cuda dikin?

Niha pêwîst nake vv metîrsî hebe. Sîstemên pêşketî hene. Berê tevahiya sisteman ji aliyê Rûsyayê ve dihat amadekirin. Teknolojî weke niha pêş neketibû. Em niha GPS û teknolojiya pêşketî bikar tînin. Hedefên li ser erde eşkerene. Firokevan heta ku sedî sed ji xwe bawer nebe êriş nake.

Nêzîkî 2 salan e ez ligel hevalên xwe li hemberî DAIŞê êrişên asmanî pêk tînin. Me heta niha yek hedef jî şaş nekiriye. Careke cihê ku ez bombebaran bikim ez pê hesiyam ku ne wekî dîmenên hatibû diyarkin e. Koordinat heman bû lê min dîsa jî êriş pêk nehanî.

Te heya niha çend caran DAIŞ bombebarab kiriye?

Min zêdetirî 100 caran DAIŞ bombebaran kiriye.

Çend firokeyên F16 yên Iraqê hene?

10 firokê hene û hemû jî di bin fermandariya min de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin