Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike

Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike

.

A+A-

Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku li şûna ku desthilat bergiriyan bigire, tenê li rewşê temaşe dike û wiha got: “Desthilat bi ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ mirovan mijûl dike.”

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), têkildarî asta şewba vîrûsa koronayê ya desthilatê bi 65 odeyên tabiban re li avahiya Odeya Tabîban a Stenbolê ya li Cagaloglûya Stenbolê civîn li dar xist. Li gel Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Pinar Saîp û Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Çîgdem Arslan serokên odeyên tabîban ên 65 bajaran û nunerên wan bi awayekî online beşdarî civînê bûn. Di eywana ku civîn hat li dar xistin de pankarta “Em dest ji mafê xwe yê jiyanê bernadin, mirina bisekinînin” hat daliqandin. 

‘DI ROJEKÊ DE JI 50 HEZARAN DERBAS BÛ’

Di civînê de Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ku ji ber polîtîkayên xelet, kêm û rêveberina şewbê ya serneketî li Tirkiyeyê pêla seyemîn û asta herî bilind diqewime û wiha got: “Hejmara pêketiyên rojekê ji 50 hezaran derbas bû. Li gor hejmara miriyan a daneyên fermî jî ji 250’an derbas bû.” Fîncanci da zanîn ku nexweşxane ji nexweşên vîrûsa koronayê tijî bûne û serwîsên nû tên vekirin jî têra bi qasî tê xwestin nakin. 

‘BAZIRGANIYA HÊVIYÊ YA DERZÎKIRINÊ’

Fîncanci da zanîn ku di serî de Wezareta Tenduristiyê hemû rêveber dizanin wê tabloyeke wisa derkeve holê û wiha berdewam kir: “Lê li gel hemû hişyariyên me jî li şûna ku bergiriyan bigirin, tenê li rewşê temaşe kirin. Desthilat bi ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ mirovan mijûl dike. Bi gotinên ‘maske, mesafe û hîjyenê’ welatiyan sûcdar dikin. Bes e hezar caran bes e!”

JI BO 15’Ê NÎSANÊ BANG

Fîncanci destnîşan kir ku weke TTB li gel hemû rêxistinên pîşeyî û kedê ji bo ku desthilatê hişyar bikin û bangê li civakê bikin di 15’ê nîsanê de saet li 12.30’an de bi dirûşmeya “Em dest ji mafê xwe yê jiyanê bernadin, mirinan bisekinînin" li Enqereyê li pêş Wezareta Tenduristiyê û li tevahî bajarên Tirkiye û heremê li pêş Miduriyetên Tenduristiyê wê daxuyaniyê bidin. Fîncanci got ev banga wan ne tenê ji bo rêxistinên tenduristiyê ye ji bo her kesî ye. 

LI STENBOLÊ REWŞ XETERNAK E

Seroka Odeya Tabîbên Stenbolê Pinar Saîp jî diyar kir ku li Stenbolê hemû nexweşxane û beşa lezgîn a awarte tİjî bûne û xebatkarên tenduristiyê li hemberî vê di rewşeke zor de ne. Saîp destnîşan kir ku ji bo mirin bên sekinandin divê desthilat bergiriyan bigire û wiha got: “Desthilat bi awayekî zanebûn vê pêvajoyê bi rêve nabe. Divê rojê milyonek derzî bên danîn. Beşên lênêrîna awarte ji nexweşên şewbê re bên veqetandin.”

Piştî axaftina Saîp, 65 nûner û serokên bajarên odeya tabîban li ser onlinê mafên axaftinê girtin. Serok û nûnerên odeyên tabîban têkildarî asta pandemiyê ya li bajarên wan agahî dan û polîtîkayên desthilatê rexne kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin