Financial Times: Îhtimaleke mezin Erdogan nikare bigihîje armanca xwe

Financial Times: Îhtimaleke mezin Erdogan nikare bigihîje armanca xwe

Rojnameya Financial Times, serdana Erdoganî bo Rûsyayê şîrove kir û got, Putin dixwaze hikûmeta Sûriyê li tevahiya Sûriyê bixe bin konrola xwe û daxwaza herêma tampon a Tirkiyê jî wisa dike ku hikûmeta Sûriyê û Kurdan bigihin rêkeftinekê.

A+A-

Vekişîna hêzên Amerîkî jî Sûriyê û serdana Erdoganî ya bo Rûsyayê ya îro, di rojeva çapemeniya cîhanê de ne. 

Nivîskarê beşa polîtîkayên derveyî ya rojnameya Financial Times David Gardner li ser serdana Erdoanî bo Rûsyayê nivîsarek belav kir û got îhtimaleke mezin Enqere dê nikaribe bigihîje armancên xwe.

Gardner got bo Tirkiye li Rojhilata Firatê herêmeke tampon ava bike, pêwistî bi twîttên Trumpî na, hewcedarî destûra Putînî heye. Putîn dixwaze hikûmeta Sûriyê, tevahiya Sûriyê bixe bin kontrola xwe û daxwaza xeyalî herêmeke tampon a Tirkiye jî dike ku Kurdên Sûriyê li gor berjewendiya Îran û Rusyayê nêzîkî hikûmeta Sûriyê bike.

Gardnerê bibîr xist ku berî niha jî Tirkiyê bo avakirina 2 herêmên tampon ne bi twîtên Trumpî, bi destûra Putînî divîyabû û her çiqas daxuyaniya Trumpî ya vekişîna ji Sûriyê wêrekiyê dabûbe Erdoganî jî, pêdivî bi destûra Putînî heye.

Gardnerî got teqînên dawîn ên li dijî leşkerên Kurd û Amerîkî dikarin bibin argumanek bo herêma tampon. Li aliyekî din çekdarên bi ser Tirkiyê ve li Îdlibê bi têkçûneke mezin îdlibê ji dest dabûn û radestî El Qaîdê kirin ku ev weke têkçûnekê, li ser maseya hevdîtina Putin-Erdoganî bibe.Berovajî vê, li qada şerî, serkeftina serbazên Kurd hatiye peyitadin û sebeba piştgiriya Amerîkayê li Dijî DAIŞê jî ev serkeftin bixwe ye.

Gardner di gotara xwe de sedema daxwaza herêma tampon a Tirkiyê jî nirxand û got bi taybetî piştî 15ê Tîrmehê aliyên ku dixwazin heybeta berê ya Dewleta Osmanî ku Rojhilata Navîn bi rê ve dibir, cardin bi dest bixin, zêde bûne. Gardnerî bale kişand ser sazî û dezgehên li nav bakurê Sûriyê ku bi Tirkî bi kar tînin û di dibistanê de bi zimanê Tirkî dest bi perwerdehiyê kirine û got, rayedarekî Tirk gotiye Tirkiye dixwaze weke Bakurê Kibrisê, li nav xaka Sûriyê jî mayînde be û li wir bimîne.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin