Financial Times: Erdogan li Tirkiyeyê goşt davêje ber gurên nijadperest

Financial Times: Erdogan li Tirkiyeyê goşt davêje ber gurên nijadperest

Edîtorê rojnameya Financial Timesê David Gardner, di nivîsa xwe ya dawî de politikayên Erdogan nirxand. Gardner anî ziman ku Erdogan li Tirkiyeyê nijadperestiyê xurttir kir.

A+A-
Edîtorê beşa têkiliyên navneteweyî yê Financial Timesê David Gardner di derbarê Tirkiyê û qirêza Sûriyê de nivîseke nû nivîsî. Gardner anî ziman ku eger Tirkiyeyê politikaya xwe ya nêzikbûna kurdan bidomanda wê îro welatekî xurttir ba.

 

David Gardner di derbarê operasyona li ser Efrînê de jî van îfadeyan anî ziman:

"Ecêb e ku operasyona li dijΠEfrînê li Tirkiyê piştGiriyê dibîne. Di heman demê de li Tirkiyê gotinên ‘Erdogan her diçe netewperestiyê diwerimîne û ji bo desthilatdariya xwe biparêze vê operasyonê dike' jî tên bikaranîn. Lê belê eşekere ye ku Tirkiye dixwaze rêberiya kurdên Sûriyê qels bike.

Gardner destnîşan dike ku ev politakaya Tirkiyê tenê ne li hember kurdên Rojava ye herwiha li hember Referanduma kurdên başûr jî derket û rêya wan ya diçû ‘azadiyê' birî. Ev jî bêhtir bi kêrî Îran hat.

 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin