• Diyarbakır 31 °C
  • Batman 29 °C
  • Hakkari 24 °C
  • Şırnak 30 °C
  • Ağrı 18 °C

Fîlma kurdî 'Rûmet' bo Festivala Cannesê hat hilbijartin

Fîlma kurdî 'Rûmet' bo Festivala Cannesê hat hilbijartin
Fîlma Loran Medya Productionsê "Rûmet" bi derhêneriya Kamiran Bêtasi, di Festîvala Cannesê de ji bo "Beşê Kurtefîlman | Short Film Corner" hate hilbijartin.

Çêkera Fîlmê Rûmet û yek ji berpirsiyarên Loran Medyayê Narîn Nadîrovayê li ser hilbijartina fîlmê Rûmet ji Rûdawê re wiha got: "Ji bo me serfiraziyeke mezin e ku fîlmê me, li vê festîvala mezin û navdar bi zimanê kurdî were nîşandan. Emê hewl bidin bi du kesan li wir beşdar bin." 



Hêjayê gotinê ye ku Festivala Cannesê 8ê Gulanê destpê dike û heta 19ê Gulanê berdewam dike. Fîlm wê di wan rojan de di beşê kurtefîlman de û li ser înternetê jî ji mêvanên festîvalê bi şifreyeke taybet were nîşandan. 



Salihê Kevirbirî yê ku ew jî berpirsiyarê Loran Medyayê û menejerê veberhênaniya fîlmê Rûmet e bi van hevokan behsa naveroka fîlm dike: "Fîlmê Rûmet behsa boyaxkarê pêlavan Findiyê 75 salî ku rengan ji hev dernaxe û zarokê bi navê Reşko dike ku li ber destê çayciyekî kar dike û di warê rengan de alîkariya Findiyê kal dike."
 

Bûyer û mijara fîlm rast e, li Zaxoyê derbas dibe û jiyana kesên heyî di fîlm de hatiye nîşandan. Fîlm ji deh xulekan pêk tê. 

Ev nûçe 2369 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din
  • Ey Felek02 Gulan 2018 Çarşem 17:15
  • Amed wê 'Xelata Oscara Turîzmê' werbigire29 Nîsan 2018 Yekşem 23:11
  • Siltan Silhedîn-428 Nîsan 2018 Şemî 23:33
  • Helbestvan Kejal Îbrahîm Xidir jiyana xwe ji dest da24 Nîsan 2018 Sêşem 11:51
  • HRRK 5. Festivala xwe bi durişma 'Em hemû Efrînî ne' li Kobanê li dar dixe23 Nîsan 2018 Duşem 23:11
  • Rojname, Kovar û Rojnamegeriya Kurdî19 Nîsan 2018 Pêncşem 20:36
  • Çemê Pêrî18 Nîsan 2018 Çarşem 16:33
  • Fîlma kurdî 'Rûmet' bo Festivala Cannesê hat hilbijartin11 Nîsan 2018 Çarşem 21:58
  • Yekemîn pêşangaha karîkatorên kurd li Silêmanî01 Nîsan 2018 Yekşem 21:44
  • Sûretê Helepçê16 Adar 2018 În 13:46