Filma kurdî dê li festivala Romanyayê bê nîşandin

Filma kurdî dê li festivala Romanyayê bê nîşandin

Kurtefîlma kurdî a bi navê “Di nav tozê de windabûn/ Lost In The Dust” jî di 11emîn Festivala kurtefîlman a Navneteweyî ya Romanyayê de bê nîşandan

A+A-

Kurtefîlma kurdî a bi navê “Di nav tozê de windabûn/ Lost In The Dust” jî di 11emîn Festivala kurtefîlman a Navneteweyî ya Romanyayê de bê nîşandan.

Fîlma di nav tozê de windabûn a derhênerê kurd Soran Îbrahîm di Festivala Fîlma ya Hewlêrê de wek filma herî baş hatibû xelatkirin.

Soran Îhrahîm ji Rûdawê re got fîlma wî ji bo di festival de bê xelatkirin namzed e.

Festivala Filma ya Kluj Romanayayê di navbera 23-29ê Adarê tê lidarxistin.

Derhenêr Soran Îbrahîm sala 2014an ji aliyê Weqfa Rwangayî ve wek “sinemagerê herî baş ê ciwan” xelat kiribû.

Herwiha filma di nav tozê de windabûn beriya niha li Festivala Filma ya Navneteweyî ya Maltayê jî “xelatê zerîn ê herî baş” standibû

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin