Feyyaz Ekmen: Daxwazên miletê kurd tên piştguhkirin

Feyyaz Ekmen: Daxwazên miletê kurd tên piştguhkirin

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê û Namzetê Serbixwe yê Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Mehmet Feyyaz Ekmen, îro cara duyem beşdarî civîna Meclîsa Piçûk a Milet a Batmanê bû.

A+A-

Îro 13ê Avrêlê, Cîgirê Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê M. Feyyaz Ekmen ku li Batmanê namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat bû, cara duyem civîna Meclîsa Piçûk a Miletê bû ku bi armanca guftûgokirin û nirxandina li ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê hat lidarxistin.

2-040.jpg

Hinek mixdar, berpirsîyarên civaka sivîl, akademîsyen û siyasetmedar beşdarî civînê bûn.

Feyyaz Ekmenê ku di civînê te berovajî beşdarên din, tenê ew bi zimanê kurdî axivî, bi awayekî demokratîk, bi hişmendîyeke neteweyî û dilovanî rexne li beşdarên civînê kir. Lewre, beşdar kurd û ereb bûn lê zimanê civînê bi tirkî bû.

Ekmenî, di axaftina xwe da wisa got:

"Barê me barê welatê me ye ku ew welat Kurdistan e

Divê di kar û barên civakî, şexsî da, di guftûgo û nirxandinê da, ya exlakî û sereke ev e ku wek milet, rêxistin û wek sîyasetmedar û wek kurd, ku em ji xwe destpê bikin. Ji azadîya welatê xwe destpê bikin, ji daxwazên xwe yên neteweyî destpê bikin. PAK dibêje ku daxwazên miletê kurd ên neteweyî; sîyasî demokratîk in, hiqûqî ne, meşrû ne, ji însanên kurd re exlakî ne û ji bona van daxwazan û pêkanîna wan di xebatên xwe da em şidetê bi tundî red dikin. Lêbelê, barê me û barê welatê me, barê me barê miletê me ye. Ew welat Kurdistan e, ew milet miletê kurd e ku xwedî ziman û dîrok û çîrok e. Em van daxwazên xwe di qada herî bilind da, di Dadgeha Qanûna Bingehîn da jî tînin zimên. Wekî ku em hilbijartinên 31ê Adarê şîrove dikin û lênerînên xwe tînin zimên, daxwazên miletê xwe piştguh dikin. Ji ber vê yekê jî  ji sala 1950î heta îro em çîroka CHPyê û di encamê de jî çîroka AKPyê dixwînin. Ên ku doh li ser navê hereketa kurd, digotin 'Erdogan xelaskar e', îro heman helwest Erdogan dikin dîktator û xelaskar bûye CHP.

Kurdistanîyên hêja, Batmanîyên hêja;

Em mecbûr in çîroka xwe paşeroja xwe bi destê xwe binivîsin. Encama vê hilbijartinê çi bibe bila bibe, werin bi lênerîneke pirdengî, bi lênerîneke pirrengî, bi lênerîneke neteweyî-demokratîk em werin kêleka hevdu. Daxwazên xwe di qada sîyasetê da, li ku derê be bila bibe, astengî çi be bila bibe em biparêzin, di nava xwe da, pêwîstîyên demokrasîya neteweyî pêk bînin. Divê ku em ji bîr nekin Kêşeya kurd û Kurdistanî, kêşeya dewletê ye, kêşeya sîstemê ye. Ji vê realîteyê em nikarin xwe dûr bixin û meseleya neteweyî-stratejîk, em nikarin bixine qûrbana taktîkên rojane û sîyaseta demkî."

Miletê kurd hişyarîyê da Tifaqa Cûmhûr jî HDP jî

Encameke gelekî zelal di vê hilbijartinê da derketîye holê ku miletê kurd li Kurdistanê û Tirkîye roleke sereke lîstîye hişyarîyê daye HDPyê û hişyarîyek jî bi helwesta xwe daye desthilata Tifaqa Cûmhûr ku bernameya wê li ser nijatperestîyê xwe afirandîye.

Wek encam, wezîfeya me ya dîrokî ew e ku, em jî di nava tifaqeke neteweyî de bi bernameyeke neteweyî rola xwe ya dîrokî bilîzin." 

3-031.jpg4-025.jpg5-025.jpg6-016.jpg7-022.jpg8-018.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin