FEYYAZ EKMEN ÇÛ SERDANA NÛBIHARÊ

FEYYAZ EKMEN ÇÛ SERDANA NÛBIHARÊ

Namzetê Serbixwe yê Batmanê M. Feyyaz Ekmen, bi şandeya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, çû serdana Komeleya Nûbiharê û ji alîyê Serokê Nûbiharê Abdurahman Arslanî ve hat pêşwazîkirin.

A+A-

Doh 10ê Adarê li Batmanê Namzatê Serbixwe yê Şarederîya Batmanê Mehmet Feyyaz EKMEN, digel Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım ERGUN, Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê Azîz Özdemîr û Osman Zinnur Elçin wek heyeta Tifaqa Welatperwer û Demokrat serdana Komeleya Nubiharê kir.

Heyet ji alîyê Serokê Komelê Abdurrehman Aslan û rêvebirîya komelê va bi germî hâte pêşwazîkirin.

Namzatê serbixwe qala armanca namzetîya xwe û projeyên xwe yê ji bo şarederîyê kir. Ekmen zêdetir li ser pirsgirêkên civakî, çandî ziman û xizmetê rawestîya.
 

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergun jî bî kurtayî li ser rojeva Bakurê Kurdistanê,Tirkîyê û mesela tifaqan axifî. 
 

Serokê komeleyê Birêz Abdurrahman Aslan jî, ji bo serdana şandeya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, xweşhalîya xwe anî zimên û behsa giringîya pir engî û pirrengîyê kir.

nubihar2.jpgnubihar3.jpgnubihar4.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin