Feysel Yûsif: Binpêkirinên li hember ENKSê berdewam in

Feysel Yûsif: Binpêkirinên li hember ENKSê berdewam in

.

A+A-

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif diyar kir ku binpêkirinên li hember partiyên di nav ENKSê de ji hêla alîgirên PYDê ve berdewam in. 

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif diyar kir ku binpêkirinên li hember partiyên di nav ENKSê de ji hêla alîgirên PYDê ve berdewam in û bal kişand ser bûyera du roj berê li bajarê Amûdê qewimî, ku nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) hat şewitandin.

Feysel Yûsif ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser danûstandinên PYNK û ENKSê û binpêkirinên li hember nivîsgehên partiyên Rojavayê Kurdistanê axivî.

Yûsif li ser cardin destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî ragihand: “Em weke Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ji berê heta niha hewl didin yekhelwesta Kurdî hebe, ti wext me ji aliyê xwe ve astengî dernexist. Sala çûyî jî çavdêriya Amerîkayê ji wan danûstandinên me re hebû heta ku em niha sekinîne, ev bû çend meh sekinîne, em her wext dibêjin; divê danûstandin bibin ku em bi hev re, weke miletekî em karibin bigihin rêkeftinekê, da ku pê xizmetguzariya miletê me bibe.”

Li ser medyaya civakî tê îdiakirin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dê serdana Rojavayê Kurdistanê bike û ligel aliyên Kurdî civînan li dar bixe, Feysel Yûsif derbarê vê mijarê de diyar kir: “Têkiliya di navbera me û Balyozê Amerîkayê de piştî ku vegeriya, em bi hev re rûniştin, guhdariya me kir û got dê civakên din di navbera me û we de hebin, em agahdar kirin ku ew piştgiriya aramiyê dikin, em wisa dibînin ku eger Kurd bi xwe, ne bi hev re bin, aramî gelek zehmet e.”

Feysel Yûsif eşkere kir ku binpêkirinên li hember partiyên di nav ENKSê de ji hêla alîgirên PYDê ve berdewam in û bal kişand ser bûyera du roj berê li bajarê Amûdê qewimî, ku nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) hat şewitandin û herwiha destnîşan kir ku li ser ragihandinê êrîşên li dijî ENKSê nehatine rawestandin, tevî ku Amerîka û General Mezlûm Ebdî di belgenameyekê de îmze kiribûn ku binpêkirinên li hember ENKSê dê werin rawestandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin