Fetîşîzma partiyan û Dr.Silêman

Fetîşîzma partiyan û Dr.Silêman

Ciwan Tengezar

A+A-

Partiyên ku li seranserê cîhanê bûne çerxa sîstemê û birêvebirên hikumetan, nûnerên sermayeyê ne û ji bo berjewendiya sermayeyê siyasetê dikin.

Nûnerên çîna karkeran û gelên bindest dibînin ku rewşa kedkar û xebatkar, gelên bindest û jin û zarokan baştir nabe û hêvî ji wan partiyan nayên, loma ji bo baştirkirin û paşeroja çîna karkeran û gelên bindest rêxistin û partiyan ava dikin.

Motîfa sereke ku tê sazkirin, ya motîfa rêxistina Lenîn e;

ji jor ber bi jêr ve navendî/merkezî,

qaşo ji jêr ber bi jor jî demokratîk e.

Serok/sekreter mêr in, li ser partiyê mîna şêr in.

Biryarên wan jî wek kêr in.

Xema min ne ev e, ku ew Lenînîst yan sosyalîst/komunîst in.

Pirsên min ev in:

Gelo ji bo avakirina civakeke azad û wekhev metoda yekane partî ne?

Gelo ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê, ku êdî bûye pirsgirêka cîhanê, metoda yekane partî ne?

Partiyên heyî çawa ne?

Gelo jiyana gel bo partiyê ye yan jî hebûna partî ji bo jiyaneke xweştir a gel e?

Alternatîf çi ne?

Pênasa welatparêzî, azadîxwaziyê ji bo hemû neteweyan yek e:

Yên ji bo bikaranîna çand/zimanê xwe, azadiya neteweya xwe, serxwebûn û geşkirin, avakirina welatê xwe dixebitin, welatparêzên dilsoz in.

Li hemû rêxistin û partiyên kurdan gelek welatperwer hene.

Bi hezaran cangoriyên pêşmerge û gerîla hene.

Şervanên kurd wêrek, fedakar û serketî ne.

Îro jî keç û xortên pêşmerge û gerîla ji bo rizgarkirina Kurdistanê canê xwe didin.

Niyeta avabûna wan partiyan di destpêkê de diyar in.

Piştî ku ew bi hêz dibin, ji fakterên hundirîn û derveyî ji armanca xwe bi dûr dikevin.

Alîgirên wan bi hestên welatperwerî û bi zanîna çînî destek û bedelan didin.

Gelo partî ji bo desthilata xwe bedel bi alîgirên xwe dide kirin?

Heta niha kîjan partî xurtbûna kesayetî, zanîna alîgirên xwe bûne alîkar û jiyana wan baştir kirine?

Rêber, rêxistin/partî dema te digre, malê te digre, canê te digre û çi dide te?

Dijwariya gengeşe

Berê axaftina li ser dîn, xwedê û pêxemberan pir bi xeter bû.

Heta îro jî mirov nikare bi herkesî re li ser vê mijarê bipeyive.

Îro gengeşeya li ser serok û partiyan, ji sohbetên dîn û pêxemberan xetertir e.

Partî bûye dîn/terîqet, serok bûye pêxember û endam/alîgir bûne mirîd.

Ev e çerxa malwêranî.

Benîştê wan jî yek e: "Gelên rojhilata navîn bi paş de mane, loma bêyî serok nabe."

Nimûneyek:

"Ez pir kêfxweş im ku ne misilman im û bi Mihemed û xwedê bawer nakim"

Heman kes li ser sohbeta serok û partiyan wiha dibêje:

"Ez serok û partiya xwe gengeşe nakim. Ev yek xeta sor e."

Alîgirê/a partiyê yê/a qaşo demokrat ji ber rexneyên te, dikare te wek xayîn bibîne.

Dijminatiya rêxistin/partiyan

Ji ber ku ji bo partiyan ya herî girîng desthilat e, cudahiya nêrînên siyasî dibe sedema dijminatî.

Cudahiya partiyan dibe sedema dijminatiya birayan.

Li aliyek ve partî biyanîbûnê pêk tîne, li aliyê din ve jî partî dikevin bin kontrola dagirker/sermayedaran û dibin birakuj.

Ferz

Rêxistin/partî di gelek waran de xwe li ser gel ferz dikin.

Rexne, pêdivî û pêşniyarên te ji bo partiyan ne girîng e. Ya girîng berjewendiya partiyê ye.

Alternatîf

Bêyî saziyan, bêyî hêza gel pêkanîna xeyala civak/neteweyan pir dijwar e, loma jî divê rola partiyan ji nû ve bê analîzkirin.

Alternatîfa partiyan, bi tevger û saziyên civakî, destekkirina takekes in.

Çiqas kar ewqas rêxistin.

Divê gelên bindest, sazî û rêxistinên xwe ji bo armanceke diyar saz bikin.

Ne ji bo desthilata partiyan, lê ji bo gihiştina armancekê.

Rola partiyan serdemî ne, lê gel her hebin.

Ger armanc, fermîkirina zimanê kurdî be, piştî fermîbûna kurdî divê rêxistin ji holê rabe.

Divê kesên xwedî fikrên azad jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê bibin xwedî armanc.

Yekîtî

Xwestina yekîtiyê rewa ye, lê heta niha ji bo qirkirina bîrdoziyê pêk hatiye,

lê armanc dikare li hember dagirkeran me bike yek.

Armanca diyar ji yekîtiyê girîngtir e.

Armanc dikare kurdan bike yek û xurttir bike, ger armanc azadî û serxwebûna Kurdistanê be.

Ger armanc desthilata partiyê be, hingê herkes hîpnotîze bûye û herkes dikare xwe jî bikuje; întixara bîrdoziyê.

"Partî"ya kurdî

Ew ê tenê ji bo fermîbûna kurdî li seranserê cîhanê xebatê bike.

Kurd tune bin jî, li Çînê jî kursiya kurdî li zanîngehê vebin.

Armanc jiyandina zaravayên kurdî ne.

Giyan û Dr. Silêman

Ger şêlûbûn û naçarî bûbe jiyan, hingê divê bê zanîn ku giyanê welat hatiye dizîn;

"welat", "welatperwerî" bûne têgehên pûç.

Giyanê welat vegeriya.

Giyanê welatek, giyanên hezkirî û cangoriyên wî ne.

Ji ber ku demek e giyanê welatê me hatibû dizîn, îcar bi lehengek vegeriya axa xwe.

Ew bi giyanên cangorên welat bû yek li nav me digere.

Tu bi xêr hatî Dr. Silêman!

Wî nîşan da ku bêyî partiyan jî welatparêzekî serbixwe dikare bitêkoşe û heta dikare bibe lehengekî neteweyî.

Divê him partî him jî kesên serbixwe li ser helwesta wî bifikirin, ku çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê hêsantir bibe.

Tu partî ji kenîna zarokan ne girîngtir e.

Du pirsên dawîn:

Meriv ji bo partiyê yan partî ji bo mirovatiyê?

Partî ker e yan bar e?

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin