Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê di 3-6ê Tîrmehê de pêk tê

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê di 3-6ê Tîrmehê de pêk tê

Enstituya kurdî ya Parîsê û CinéBej yekem festîvala filmên kurdî li Parîsê di navbera 3 û 6ê Tîrmehê de pêk tînin. Wê di vê festîvalê de 18 film bên nîșandan ku belgefilma "Gulîstan" ya Zeynê Akyol jî yek ji wan e.

A+A-

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê (FFKP) ku wê di navbera 3 û 6ê Tîrmehê de, li Navenda Wallonie-Bruxelles ya li Parîsa çaran pêk bê, dê hijdeh (18) filme û dokumanterên kurdî yên qedexekirî nîșan bide. Fîlmên ku wê bên nîșan dan, temsîla takefilm û koleksiyonên derhênerên Kurdistanê dikin. 
Festîval ji aliyê Enstîtuya kurdî ya Parîsê û CinéBej, komeleya sînemaya fransî-kurdî ve bi piștgiriya alîkarên wan Rebelles Films, les Ecrans de la Paix, festîvala navdewletî ya fîlmên kurtmetraj a Clermont-Ferrandê, Şaredariya Parîsa çaran û Navenda Wallonie-Bruxellesê pêk tê. 
Di vê festîvalê de yek ji 18 film û dokumanterên ku dê bên nîșandan yek jî “Gulîstan, Welatê gulan” e, ku ji aliyê Zeynê Akyol ve hatiye çêkirin. Ev belgefîlme meriv dibe nav refên yekîneyeke jinên kurd li bașûrê Kurdistanê ku hîn Daiș lê neqediyabû û van jinan bi dilêrî têkoșîna xwe ya li dijî barbariya wan didomand. 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin