Festîvala Duhokê bi xelatdayîna fîlman bi dawî bû

Festîvala Duhokê bi xelatdayîna fîlman bi dawî bû

7'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê îsal di navbera 9-16'ê mehê di li dar ket û bi merasima xelatdayînê bi dawî bû.

A+A-

7'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê îsal di navbera 9-16'ê mehê di li dar ket û bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di hefteyek de gelek fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlmên derhênerên kurd û derhênerên biyanî li Duhokê bûn mêvan.

 

Festîval êvara 16'ê mehê bi merasima xelatdayînê ji bo salek din deriyên xwe girtin. Fîlmên bi ser keti Xelata Pelê Zêrîn girtin.

 

Vane fîlmên ku bi ser ketin:

 

- Fîlmê Herî Serketî. Xalko (Derhêner Samî Mermer, Hind Benchekroun)

 

- Xelata Senaryoyê ya Serketî: Gorulmuştur (Serhat Karaaslan)

 

- Belgefîlmê Herî Serketî: Her Mal Dibistanek (Derhêner Ardîn Dîren)

 

- Xelata Juriyê ya Taybet ji bo Belgefîlman: Aether (Derhêner Ruken Tekes)

 

- Xelata Kurtefîlmê Serketî: Nikilê Qirikê ê Xeripî (Derhêner Ferhat Ozmen)

 

- Xelata Taybet a Juriyê ji bo Kurtefîlman: Barê Giran (Derhêner Yilmaz Ozdil)

 

- Xelata Yilmaz Guney ji bo Fîlmê Serketî yê Navneteweyî: And Then We Danced (Derhêner Levan Akin)

 

- Xelata Fîlmê Serketî yê Navneteweyî: Flesh Out (Derhêner Michela Occohipinti)

 

- Belgefîlmê Herî Serketî yê Navneteweyî: Solo (Derhêner Artemio Benki)

 

DİYARNAME

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin