Festîvala Cannesê jî hat taloqkirin

Festîvala Cannesê jî hat taloqkirin

73'yemîn Festîvala Fîlman a Cannesê îsal gere di navbera 12-23'yê gulanê de li dar biketa lê ji ber vîrusa koronayê wekî gelek çalakîyên çandîy ên din ew jî hat betalkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li ser vê yekê amadekarên festîvalê îro daxuyanîyek bi sernavê "Plankirina rewşa ne li bendê - Covid-19" weşandin. Li gor daxuyanîyê dê festîval di navbera 26-30'yê kewçêra 2020'an de li dar bikeve. Festîvalê ragihandîye ku her gav tenduristî û ewlehîya civakê armanca wan e û dîyar kirîye ku piştî ligel rayedaran jî axivîne festîval taloq kirine.

Amadekarên festîvalê dîyar kirine ku hemû hatin û çûyîn, sponsorî li gor vê yekê eyar kirine û di vî warî de ligel şirîkên xwe di nav hevdîtinan de ne, di meha kewçêrê de bê pirsgirêk li dar bikeve. Wan gotîye ku di rojên pêş de dê agahîyên berfirehtir belav bikin. 
Berê hatibû ragihandin ku Festîval dê heta 15'ê avrêlê bisekine û li gor vê biryareke bide, lê ew biryar îro hat ragihandin.

 

Serokê Jurîyê Lee ye

Demek berê hatibû ragihandin ku Serokê Jurîya Festîvalê îsal dê lîstikvanê amerîkî, derhêner, sazkar û senarîst Spike Lee be. Lee piştî eşkerekirina navê wî wisa gotibû: "Ji ber ku wan ez ji bo vê peywira bi prestîj hilbijartine li ser navê amerîkîyên bi eslê xwe afrîkî ez serbilind im."

Yek ji organîzatorên festîvalê Thierry Gremauks jî gotibû ku hibijartina kesek reşik ji bo serokatîya festîvalê ne gavek sîyasî, peyameke gerdûnî ye.

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin