Fesla Yûsif: Bawerî bi sozên artêşa Sûriyê nayê kirin

Fesla Yûsif: Bawerî bi sozên artêşa Sûriyê nayê kirin

.

A+A-

Helwestên aliyên siyasî yên Sûrî û Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, li beramber berdewamiya gefên Tirkiyê û egera encamdana operasyonekê li ser navçeyên bakur û bakur û rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, corbicor in. Endama Desteya Serokatiya ENKS Fesla Yûsif got “Bawerî bi sozên artêşa Sûriyê nayê kirin.”

Serkirdeya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS)ê  Fesla Yûsif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, bawerî bi sozên hikûmeta Sûriyê nayê, derbarê hevtêgihiştinên wê ligel HSDê.

Endama Desteya Serokatiya ENKS Fesla Yûsif dibêje “ Em weke ENKSê helwesta me jî zelal e û em li dijî êrişên li ser deverên Kurdî ne û em bang li civaka navdewletî û hemû dewletên xwedî hêz dikin ku vê êrişê bi temamî rawestînin. Di derbarê sozên rejîm dide HSDê ku piştevaniya wê bike, em bawer im dê rejim nikaribe van sozan pêk bîne. Ji ber dema ku êriş li ser Efrînê çê bû cardin jî pêk neanî, tenê rejîm dixwaze cihê xwe li ser qadê fireh bike û herêmên Kurdî careke din têke bin desthilata xwe.”

Serokê Destpêşxeriya Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê, Omer Osê di daxuyaniyekê de ragihand:

Lûtkeya sêalî ya li Tehranê bi ciddî û zelalî tirs li cem Sûriyan û Kurdan bi taybetî derbarê egera encamdana operasyonekê ji aliyê Tirkiyê ve bi yekcarî ranekir.

Heta niha jî gefên berpirsên Tirkiyê berdewam in, ku cidî û metirsîdar in û Tirkiyê dixwaze tevahiya Bakurê Sûriyê dagîr bike û navçeyê ji xelkê wê yên resen vala bike.

Serokê Destpêşxeriya Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê herweha dibêje, di demekê de ku ew van gefan şermezar dikin, daxwazê ji hemû xelkên Sûriyê dikin ku bi yekdengî li dijî dagîrkeriya Tirkiyê rawestin, û li pişta Artêşa Sûriyê û Hêzên HSD bin.

Daxwazê ji Civaka Navdewletî jî dike ku bi erkê xwe rabe û guşareke bêhtir li Tirkiyê bike, da ku rê li ber wê bigire ku serweriya Sûriyê bêhtir binpê neke.

Omer Osê herweha daxwazê ji miletê Kurd û hemû pêkhateyên din dike ku eger Tirkiyê êrîş kir, çiqasî rewş zehmet be, ew li ser axa xwe bimînin û trajedyaya Efrîn û Serê Kaniyê û navçeyên din dubare nekin.

Daxwazê ji hikûmeta Şamê û HSD jî dike, hevtêgihiştinên xwe yên leşkerî berfireh bikin da ku warê siyasî li xwe bigirin, û rewşê asayî bikin û herdû alî bigihêjin rêkeftineke dawî bi awayekî niştîmanî Sûrî.

Li Lûtkeya Tehranê, Rûsya û Îranê helwesta xwe ya redkirina operasyonekê li dijî Sûriyê, ji Tirkiyê re nîşan da, lê her hikûmeta Tirkiyê di gefên xwe de berdewam e ku, ew ê bi kûrahiya 30 kîlomtreyî ji bakurê Sûriyê, bike navçeyeke ewle, weke ku dibêje.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin