Fermandarekî polîsê Merîwanê hat kuştin

Fermandarekî polîsê Merîwanê hat kuştin

.

A+A-

Xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo protestokirina kuştina keça Kurd Jîna Emînî û binpêkirina mafên jinan berdewam in. Fermandarekî Polîsê Merîwanê jî ku di xwepêşandanên wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê de birîndar bibû, canê xwe ji dest da.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in û îro derbasî roja 17an bû. Duh di 16mîn roja xwepêşandanan de, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Sine, Seqiz, Merîwan, Kirmaşan, Bokan û Mihabadê xwepêşandan berdewam bûn.

Di xwepêşandanên bajarê Merîwanê de fermandarekî polîsê wî bajarî hat kuştin.

Ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê ragihandiye, Fermandarê Yekîneya Alîkariyan a Polîsê Merîwanê, Kolonel Dawûd Ebdullahî di xwepêşandan û aloziyên şeva Şembiyê 1ê Cotmeha 2022an de birîndar bibû û êvara Yekşembê 2ê Cotmehê ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest da.

Li gor medyaya fermî ya Îranê, îro di merasimekê de termê Dawûd Ebdullahî ji bajarê Sine bo warê wî bajarê Xuremava ya Loristanê hat şandin.

Herwiha li gelek bajarên Îranê yên wek Tehran, Kerec, Qom, Meşehd, Isfehan, Babol, Zahidan û bajarên din ên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li bajarê Qomê fermandarekî Besîc ku hêzeke ser bi Supaya Pasdaran e hat kuştin.

Li bajarê Zahidanê jî pasevanek hat kuştin û 3 pasevan jî birîndar bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin