Fermandarekî Pêşmerge: Tê çaverêkirin li Şingalê şerekî giran derkeve

Fermandarekî Pêşmerge: Tê çaverêkirin li Şingalê şerekî giran derkeve

.

A+A-

Berpirsê Operasyonên Hêza Pêşmerge li Şingalê, Luqman Gelî Îbrahîm derbarê rewşa navçeyê de ragihand, liv û tevgeree ne normal a hêzan heye û hêzên Iraqê daxwaz ji niştecihên Xanesorê kirine li deverê nemînin û ji binke û xalên kontrolê yên hêzên YBŞê dûr bikevin, lewra eger heye di demên li pêş de şerekî giran di navbera artêşa Iraqê û YBŞê de derkeve.

Ji destpêka meha Gulana îsal ve li sînorê qezaya Şingalê rewş aloz e û di herdu rojên 1 û 2ê Gulanê de di navbera hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê de şer û pevçûn çê bûn, ku di encamê de serbazekî artêşa Iraqê û şervanekî YBŞê jiyana xwe ji dest dan.

Tevî ku ji 3ê Gulanê ve şer li sînorê navçeya Şingalê rawestiyaye û rewş hinekî aram bûye, lê belê alozî her heye û li gor zanyariyan, herdu aliyên pevçûnê, artêşa Iraqê û YBŞê hêzên xwe li hember hev zêde dikin.

Derbarê rewşa Şingalê de, Berpirsê Operasyonên Hêza Pêşmerge li Şingalê, Luqman Gelî Îbrahîm roja Çarşembê 4ê Gulanê ji Rûdawê re ragihand, liv û tevgereke ne normal a hêzan li navçeyê heye û bi taybet li sînorê Xanesorê hêzên nakok hêzên zêdetir dişînin deverê.

Luqman Gelî Îbrahîm diyar kir, “Hêzên Iraqê bi awayekî nerasterast ji nişteciyên Xanesorê re gotine ku xwe ji xalên kontrolê û baregehên YBŞê biparêzin û bi qasî dikarin bo demekê ji Xanesorê derkevin û li wê derê nemînin, wê yekê jî egera derketina şerekî giran li navçeyê di çend demjimêrên pêş de zêdetir kiriye, bi taybet piştî ku hêzên Iraqê tevgera xwe li derdora Xanesorê zêde kirine û tevgereke ne normal a hêzan heye.”

Wî fermandarê Pêşmerge got, “Ev tevger û pêşhata li deverê piştî wê yekê hat, ku şeva Sêşembê PKKê hejmarek çekdarên xwe di tîmên biçûk de ji Rojavayê Kurdistanê ve derbasî sînorê Şingalê û bi taybet Xanesorê kiriye.”

Luqman Gelî Îbrahîm derbarê tevgera hêzên PKKê li navçeyê da xuyakirin, “PKK hejmarek çekdarên xwe di tîmên biçûk de ji deverên Behrê û Hol ên parêzgeha Hesekê ve bo devera Qeraçî Kolk û ji wir ve bo Xanesorê veguhastine û xelk ditirsin PKK li navçeyê şer derxîne û rewşa emnî û aboriya navçeyê xirab bike.”

Hin welatiyên herêmê jî piştrast dikin ku artêşa Iraqê daxwaz ji xelkê kiriye ku ji Xanesorê derkevin. Bavê Siûd ku zilamekî 45 salî û niştecihê Xanesorê ye, roja Çarşembê 4ê Gulana 2022an ji Rûdawê re axivî û got, “Muxtar em agahdar kirin ku Xanesorê biterikînin, çimku metirsî heye şer çê bibe, ji sibehî ve xelk ji Xanesorê derdikeve û niha jî derketina xelkê berdewam e. Xelkê tevde xwe amade kirine ji bo derketina ji komelgehê û otomobîl rêz bûne.”

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê, Heyder Şeşo jî derbarê rewşa dawî ya Şingalê û nahyeya Sinûnê de ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Xelk ji tirsê çêbûna şer ji cihê xwe koçber dibin, bi taybet li Sinûnê, Xanesor û Dugurê. Îro rîspî û maqûlên deverê li Dugurê ligel aliyên pevçûnê civiyan û daxwaz kirin ku hêzên YBŞê derkevin.”

Heyder Şeşo got, “Li gor zanyariyên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên PKKê li ser sînorê Rojava yê ligel Şingalê hêzên xwe zêde kirine û çendîn otomobîlên serbazî yên zêde anîne navçeyê.”

Li aliyekî din, Rêveberê Kampa Çemişko ya li Zaxoyê, Bizav Ebdulezîz ji Rûdawê re diyar kir, “roja Çarşembê 28 malbat ji koçberên nû yên Şingalê gihîştine Kampa Çemişko û em çaverê dikin di demjimêrên bihê de hejmara wan zêdetir bibe.”

Bizav Ebdulezîz herwiha got, piraniya wan koçberan xelkê nahyeya Sinûnê, Xanesorê û gundê Dugurê ne û tekez kir, li kampê amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazîkirin û wergirtina koçberên nû hatine kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin