Fermandarekî Pêşmerge: PKKê êrişî me kir

Fermandarekî Pêşmerge: PKKê êrişî me kir

.

A+A-

Li sînorê nehyeya Sîdekan ser bi qezaya Soran a Hewlêrê ve şeva borî şer di navbera HêêznPêşmerge û gerîlayên PKK de derket.

Fermandarê Fermandariya Helgurd a Hêzên Pêşmerge Behram Erîf Yasîn ji Rûdawê re ragihand şeva borî saet 11.30ê gerîlayên PKKê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin.

Behram Erîf Yasîn got: “Dema salekê ye PKK rojane bela xwe li hêzên Pêşmerge dide, rojekê rêya sereke ya gundên avî TNT dike û hênceta ji Tirkiyê re çêdike û dibe sedema valabûna zêdetir ya gundan. Herî dawî jî êrîşî hêzên Pêşmerge kir.”

Fermandarê Fermandariya Helgurd derbarê wî şerî dibêje, saet 11.30 şev, hejmarek çekdarên PKKê bi arbîcê, qenas, BKC û kilaşînkovan êrîşî Pêşmerge kirine, lê Pêşmerge êrîşan wan şikandin û endamên PKKê reviyan.

Diyar jî kir, ti pêşmergeyek di şer de birîndar nebûye û niha rewş aram bûye.

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir jî da zanîn ku şer têne 20 xulekan berdewam bûye û ti gerîlayek jî birîndar nebûye.

Wî fermandarê Pêşmerge got jî, “armanca PKKê têkdana aramiya navçeyên sînorî ye û bi van karan, jiyan û karê xelkê têk dide.”

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin