Fermandarekî grûpên çekdar: Di nava mehekê de çekdar ji Efrînê derdikevin

Fermandarekî grûpên çekdar: Di nava mehekê de çekdar ji Efrînê derdikevin

Fermandarekî Artêşa Niştîmanî Sûrîyê, ku ji çendên grûpên çekdar pêk tê û Tirkîye piştgîrîya wan dike, Eqîd Zîyad Hacî Obêd ji Rûdawê re ragihand, di nava mehekê de çekdar ji Efrînê derdikevin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Eqîd Zîyad Hacî Obêd îşev 3ê Hezîrana 2020an bi rêya Skype beşdarî Bultena saet 19:00an a Rûdaw TV ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê bû, ku ji alîyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin û bersiva pirsên derbarê binpêkirinên grûpên çekdar li Efrînê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê yên dagîrkirî de da.

Wî fermandarê Artêşa Niştîmanî Sûrîyê ragihand, “tişta ku li Efrînê çêbû û ew binpêkirinên ku Firqeya Hemze û hinek grûpên din ên çekdar ên di nava hêzên Artêşa Azad de li dijî sivîlan hatin kirin, ew binpêkirin û dijayetî bûn, binpêkirina yasayan bû li dijî kesên sivîl.”

Eqîd Zîyad Hacî Obêd îdia kir, ku rewş di destpêka kontrolkirina Efrînê de gelek baş bûye û dîyar kir, “piştî kontrolkirina Efrînê û heta çar mehan rewş gelek baş bû û serederîya ligel sivîlan pir baş bû û hewl hatin dan ku alîyên çekdar derkevin derveyî bajaran.”

Zîyad Hacî Obêd got: “Lê şaneyên PKKê û şaneyên DAIŞê, şaneyên alîyê rejîmê û şaneyên El Nusra, hemû li dijî Efrînê ketin tevgerê, xala din jî ku ez dixwazim bêjim, ev e ku hejmareke zêde jî ji Xûtayê hatin, ji Helebê hatin, êdî Efrîn bû cihek ku ji hemû cihan xelk lê kom bûn.”

Serkirdeyê leşkerî yê Artêşa Niştimanî ya Sûrîyê, Eqîd Zîyad Hacî Obêd îdia kir, ku ji alîyê çekdaran ve ti destidêrî li ser namûs û kerameta xelkê Efrînê nehatîye kirin, di demekê de ku heftîya bihorî hejmarek jinên girtî li baregeheke grûpa Hemze hatibûn dîtin.

Eqîd Zîyad Hacî Obêd got: “Bi Xwedê, bi Xwedê me ne bihîstîye û ne jî me dîtîye ku dest hatibe avêtin bo rûmet û şerfea kesekî, ew tenê gotegotên ragihandinê ne. Hejmarek jinên ku ligel PKKê kar dikin hatibûne girtin, şaşîyek hebû ku divîyabû zîndanek taybet bi jinan hatiba çêkirin û di bin çavdêrîya Tirkîyê de ba, komîteyeke çavdêrîya heba ku li ser wê zindanê ba. Mixabin hinek grûpên çekdar weke grûpa Hemze ku hat zanîn, hinek jin li cem wan girtî bûn, û wê yekê jî hîşt ku hinek bêzarî li cem xelkê çêbibe, û em jî wê yekê protesto û şermezar dikin. Em qebûl nakin ku girtîgehên wiha hebin û bi vî awayî girtina jinan hebe. Pêwîst bû ku hemû girtî bêne veguhastin bo dadgehê, dadgeha taybet di bin çavdêrîya komêteya mafên mirovan û dema ku em kesekê ji PKKê, gerîlayên PKKê yan şervanên PKKê digirin, em nahêlin ku dest bigihe keramet û namûsa wê, lê em dibêjin piştî kontrolkirina Efrînê, dema ku hejmara nifûsa wê 700-800 hezar kes bû, bû nêzîkî milyonek û milyonekî nîv, hemû kaxez tevlihev bûn, hemû grûp tevlihev bûn, hinek grûpên çekdar zirar gihandin xelkê. Me heta niha 5 band girtine.”

Ji fermandarên Artêşa Niştimanî ya Sûrîyê, Eqîd Zîyad Hacî Obêd dîyar kir, li hember wan binpêkirinên ku grûpên çekdar li Efrînê di derheqên xelkên sivîl ên Kurd de dikin, heta niha wan 13 fermandar û 3 fermandeyên lîwayan li zindanên di jêr desthilata Artêşa Azad û dadgeha leşkerî de girtî ne, herwiha 7 fermandeyên ketîbeyan jî girtî ne.

Eqîd Zîyad Hacî Obêd destnîşan kir, ji ber ku hin dozên kesên sivîl li ser wan fermandaran hebû, dadgeha leşkerî ya opozisyonê ew di zindanê de girtî hiştine û ew bernedane.

Wî fermandarê opozisyona Sûrî ya ser bi Tirkîyê ve herwiha amaje bi civîneke navbera Artêşa Azad û serokeşîrên herêma Efrînê kir û got, “di hevdîtinê de hin fermandarên Atêşa Azad ku bawerîya me bi wan heye, amade bûn û me ji wan xwast ku bi sivîlan re alîkar bin, herwiha ji bo ku çavdêrî li ser zindanan bihê kirin.”

Eqîd Zîyad Hacî Obêd tevî ku di gotinên xwe de car red dikir, ku jin li cem grûpên çekdar girtî bin û car jî digot, hin grûpên çekdar jin girtine û ew ne pê re ne, amaje bi wê yekê kir, ku duh hejmarek jinên girtî li cem grûpên çekdar hatine berdan û amaje bi navê jinekê bi navê “Newroz” kir ku bi gotina wî hatîye berdan.

Zîyad Hacî Obêd li ser pirsa, gelo Tirkîye ji wan binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrînê agahdar e, wiha bersiv da: “Bi rastî artêşa Tirkîyê agahdar ku zindanên grûpan hene, lê nizane ku jinên girtî hene li cem wan grûpan. Du girtîgehên taybet hene li cem grûpên çekdar ku di bin çavdêrîya Tirkîyê de ne, lê ew nizanin ku şervanên PKKê yan jinên Efrînî li wê derê hene. Artêşa Tirkîyê wê yekê nizane, ew bû surprîz bo Tirkîyê, fermandarên wan navçeyan surprîz bûn ku ew girtîgeh hebûn û kesên xwedîyên wan girtîgehan dê lêpirsîn bi wan re bê kirin, di demeke nêzîk de dê bêne sizadan. Pêwîst bû ew jinên girtî radestî dadgeha serbazî bihatibana kirin.”

Wî fermandarê Artêşa Azad ku niha wek Artêşa Niştimanî ya Sûrîyê tê naskirin, herwiha îdia kir, ku dê di nava mehekê de çekdarên li Efrînê ji navendên bajar û bajarokan derkevin.

Zîyad Hacî Obêd got: “Ez guman dikim, bêtir ji mehekê hemû grûpên çekdar li Efrînê namînin û dê ji cindirsê û ew bajarên ku welatî têde hene, dê hemû grûpên çekdar ji wan deveran derkevin û dê careke din ew navçe bêne amadekirin, bi awayekê ku çekdar lê nemînin.”

Di heftîya bihorî de piştî pevçûnên navbera hejmarek xelkê sivîl û grûpa Hemze, û piştî ku çekdarên wê grûpê ji navendeke xwe ya leşkerî revîyabûn, xelkê hejmarek jinên girtî li wê baregehê dîtibûn, ku wê yekê rastî bertek û nerazîbûnek mezin hat.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin