Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Xwebexş Dr. Saîd şehîd bû

Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Xwebexş Dr. Saîd şehîd bû

Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Xwebexş Dr. Saîd şehîd bû

A+A-

Fermandarê Hêza Agirî ku ji pêşmergeyên xwebexş ji çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, Seîd Çurukkaya îro li nexweşxaneya eskerî ya Koblenzê jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku ji doh ve nûçeyên derheqê mirina wî de belav bûn, doktoran vê sibehê saet dora yekê diyar kir ku Dr. Seîd êdî najî.

Pisporê teqemeniyan Çurukkaya ku bi navê Dr.Suleyman jî dihate naskirin, li Almanyayê li bajarê Bremenê rûdinişt û piştî DAÎŞê êrîşî Kurdistanê kir ji bo parastina welêt çû Kurdistana Başûr û dest bi organîze û perwerdeya pêşmergeyên xwebexş kir. Çurukkayayî piştî demekê ji pêşmergeyên xwebexş bi navê Hêza Agirî hêzek ava kir û pêşiyê tevî şerê rizgarkirina Şingal û paşê jî tevî şerê rizgarkirina Mûsilê bû. Çurukkaya sê roj berê di dema pakijkirina mayinan de di tuneleke DAÎŞê de, bi teqîna mayinekê giran birîndar bûbû û ji bo dermankirinê ew anîbûn Almanyayê.

Çurukkaya demeke dirêj di nava hêzên HPGê de jî şervanî û fermandarî kiribû û piştî girtina serokê PKKê Abdullah Ocalanî û siyaseta PKKya nû, dev ji PKKê berdabû û çûbû Almanyayê.

Hêjayî gotinê ye ku berî wî du birayên wî jî şehîd ketibûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin