Fermandarê CENTCOMê: Amerîka ji Iraqê venakişe!

Fermandarê CENTCOMê: Amerîka ji Iraqê venakişe!

.

A+A-

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENCOM) General Kenneth McKenzie ragihand ku ti niyeta Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Iraqê tune ye û li ser daxwaza hikûmeta Iraqê mane.

Mckenzie herwiha eşkere kir ku şerê DAIŞê bi dawî nebûye, loma bi hevkariya Hevpeymanan li ser têkoşîna li hember terorê ew dê berdewam bin.

General Kenneth McKenzie di hevpeyvîneke televîzyonî de got ku li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hêzên wan li wî welatî ne, şerê DAIŞê jî bi dawî nebûye, bi hevkariya Hevpeymanan di têkoşîna li hember terorê de berdewam dibin.

McKenzie pesnê rola hêzên Iraqê di rûbirûbûna DAIŞê de da û diyar kir: “Iraqî bi xwe şerê meydanî yê terorê dikin, hêzên Amerîka û Hevpeymanan, xwe ji operasyonên serbazî dûr dixin û tenê piştevanî û perwerde û rahênanê bi hêzên Iraqê dikin.”

Mckenzie li ser siberoja hêzên wan ên li Iraqê destnîşan kir ku gotûbêja stratejîk a Bexda û Washingtonê, dê çarenûsa wan hêzan diyar bike û got: “Ez ne di wê baweriyê de me ku em di demeke nêz de ji Iraqê vekişin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin